Malper ji bal Bingehê Laliş/Elmaniya ve tê weşandin
Farihad Perbal:Helbestvanên parêzgeha Duhokê nikarîne ji parêzgehê derkevin PDF Ji bo çapkirinê E-mail

alt Ji wan nivîserên xizmeteka bê sînor bo edebiyata kurdî kirî Dr.Farihad Perbal ku nêzîkî (59) pertûkên cura û cur hene li sala 1983 ji kulîja edebiyat pişka kurdî li zankûya Silêmaniyê derçûye.
Weku her kurdperwerekî li sala 1985 derbederî Îranê dibe.
Li sala 1987 qesta Firensa dike û li sala 1992 bawerinama masterê li zankûya Sorbûn li Parîs werdigire. Li sala1994 li heman zanku bawerinama dikiturayê werdigire.
Niha jî destê wî yê nivêsînê berdewame di piraniya rojname û kovaran de.
Li dor hebûna pîverekê cîhanî yê nû ji bo helsengandina helbestê Pîrbal dibêje: Taku niha çi pîver li cîhanê nînin ku helbest pê bihête pîvan.
Û ez bawerinakem helbestvanek wekî (Maykirovskî, Yesînîn, Poşkîn, Polînwar, Kalafî) di nav kurda de peyda bibin.
Belê helbesta kurdî jî hatiye nûkirin li ser destê »Ebdulla Goran« û çendîn wîstgehên cura û cur bi ser şêwazê helbesta kurdî hatine kirin daku digel şêwazî »Şêrko Bêkes û riwange« bigunce.
Derbarê danana komîteka rexney bo helsengandina berhemên edebî dikitur dibêje: Ez digel wê çendê nînim ku komîtek bihête danan, çunkî ez çi kesên wesa nabînim dihelbestên îro bigehin.
Û hebûna vê komîtê dê weku destkekê bin û dê pitir huner û edebiyat hêne xendqandin, çunkî taku niha li cîhanê çi komîtên bi vî şêweyî nîn yan çi rexnegirên rasteqîne min nedîtîne, ji ber ku ewên rexnê digirin hesudin û ew tiştê ew dinivêsin bitinê wekî gotaranin û çi binemayên rexney bixweve nagire, çunkî pêdivî ye rexnegir biçe dinav gewherê dahênan û berhemê edebî.
Li dor hijmartina giropa nûkirina »her û her »ka li dûv hizra wî diçe dinav xana mudêrinîzma cîhanê dibêje: Ya wan bi tenê nave.
Ka berhemên wan, kovarên wan, karîgeriya wan, vê girope nikariye ji sînorê parêzgeha Duhokê derbikevin.
Ez di wê bawerê de me ku bi şêwazekê piraktîkî nikarîne di sînorên parîzgehê hemiyê karbike.
Endamên vê giropê nikarîne bigehine deverên Helbce û Kerkûkê daku di keliturê wan şareza bibin, yan nikarîne bi rêka deriketin ji sînorên parêzgeha xwe karîgeriya xwe bigehîne bajarê »sine« li Kurdistana Îranê.
Helbestvanên parêzgeha Duhukê bi tenê beramber helbestên Melayê Cizîrî post mudêrinîzmin, vêca çawe dikevine jêr xana modêrinîzma cîhanî.
Li dor kargêriya vî giropî Pîrbal bi hêbetî ve dibêje tu xewna dibînî!!!
Derbarê hewil û bizavên pitir nûkirina helbesta kurdî dibêje: Hindek helbestvanên kurd karîne nûkirinê di helbesta kurdî de bikin mîna "Enwer Mesîfî, Ehmedî Mela "belê »Ebdulla Peşêw« ku liser heman şêwazê »Ebdulla Gurane« û dirêje pêdana rêka wî ye. Derbarê wê rêbaza Pîrbal bo helbestên xwe dibêje: Min çi rêbaz nînin ez li ser biçim û her şêwazekê be ez dinivêsim, çunkî heger ez nêrînekê didime helbestên xwe wesa dibînim ku nakevine ser çi rêbaza, heta niha çi şayiran karîgerî li ser min û huzanên min nekiriye û helbestên min derbirînê ji min bixwe dikin, lewma hindek xwandevan di mebestên helbestên me nagehin wekî dibêjin li nik wan ne baye û ne barane.
Derbarê dijayetîkirina Pîrbalî ji layê helbestvanan ve dibêje: Hindek kes hene bi şêwekê rastûxwe dijayetiya min û berhemên min dikin, egerê vê çendê jî ewe ev curê kesan hesûdin û ne tiştekin û ew nikarin ciwaniyê qebul bike û hez dikin karên wekî yên min bike lê nikarin
evro/Hewlêr, Karwan Sebah

Comments (0)add
Write comment
smaller | bigger

busy
 
Lalishcenter e.V. © 2008 Web design pc concept global network gmbh