|
P.H.K.Ê Berhemek li Gulîstana Hunera Kurdî Zêde kir |
|
|
|
Yekemîn saziya hunermendên kurdên êzîdî li Eurupa (Pilatforma Hunermendên Kurdên Êzîdî) berhemek ji gulîstana reseniya hunera Kurdî pêşkêşî guhdarên xwe kir.
ev berhem ji 14 helbestan pêk tê û 14 hunermendên deng xweş bi deng û rengê xwe tevlî vê berhemê bune.
Doh bi arîkariya heval û dostê min yê hêja û deng xweş hunermend Silêman Rengîn min CD ya Pilatforma Hunermendên Kurdên Êzîdî bi destxist, her çiqasî derengî şevê jî bû lê dîse çend caran li peyhev bi balkêşî min lê guhdar, bawerbikin ji xweşî û lizeta guhdarkirina helbest û stranên vê CD yê têr nebûm û her dil dixwest guhdarkirin berdewam be.
karekî pîroze û hêjaye ku karên bi vî şeweyî ji hêla Pilatformê ve were berdewam kirin.
Yekemîn cara erê yekemîn cara ku çardeh hunermendên Kurdên êzîdî dibin sîwana saziya xwe de berhemeke ku meriv jere bêje ev berheme û dikare di rêza berheman de were hijmartin tomar kirin. Her hunermendekî gulek, di bexçeyê hunera Kurdî de çand û bi ked û xwêdana xwe avda.
Carcaran ev hunermendên dengxweş û bilbilên baxê çand û hunera Kurdî, berê xwe didin yezdan û dibin derwêş li ber dergihê Lalişa nûranî û carcara xatiran ji dayika ku bi lorîkan ew mezin kirine dixwazin û berê xwe didin nav bazên çiyayê rûmetê, şervanên azadiya welatê rojê û carna jî yarên bedew dikin qublegeha xwe û navê xwe li ser dara evînê û rûpelên xecxecokan dinvîsin. carna jî bi def û şebaban semayê di bîranîna şehîdan de digerînin û kocekê elmdar kocek Birahîm û şehîdên azadiyê bi bîrtînin. Carana jî dibin mêvanê şevên dirêj û li hespê kul û derdan siwar dibin û di şevronka evînê de nobetê digrin.
Ji her sê perçeyê Kurdistanê (Bakur, Başûr û Rojava) hunermend tevlî kar û xebatên vê berhema hêja bûne û bi dengê xwe yê xweş li dîwana dilê guhdarên xwe rûniştene.
CD ji hêla Studyo Sansar ve hatiye amedekirin û ji hêla Aydin muzîk ve tê belav kirin.
Ev berhem li hemî markêtan û li ba Pilatforma Kurdên Êzîdî tê peyde kirin,
bi piştgiriya we guhdarên hunera Kurdî, hunermendên me dikarin hîn gulên xweşiktir di bexçeyê çand û hunera Kurdî de biçînin.
Ev her 14 hunermendên dengxweş yên beşdarî vê berhmê bûne evin:
1 Alan 2.Silocan 3.Necmedin 4.Xemdar 5.Başo 6.Aslan 7.Silêman Rengîn 8.Helbest 9.Celal Sansar 10.Sezgin Efşiyo 11.Edrîs Bagok 12.Îsmet Çopan 13.Azad Kurdo
14.Beşîrê Êzîdî.
Xebat Şakir
14.08.2010 Oldenburg/ Elmanya
Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be
 |