| vistîvala laliş ya rewşenbîrî |
|
|
|
|
lalishcenter/HejarMidîr/ Desteya bilinda bingehê laliş di kombûna xweya taybet da li bajarê duhokê di gel serokên tayên bingehê laliş li deverên Êzidiyan biryar hate dan li roja 05/08/2010 ê vistîvala laliş ya rewşenbîrî were sazkirin , di kombûna xwede desteya bilinda bingehê laliş bi germî xêrhatina berêz pîr xidir silêman endamê berê yê perlemanê kurdistanê u serokê berê yê desteya bilinda binegê laliş ku neha li kurdistanê ye u di kombûna navhatî de amadebibû. Berêz şêx şamo serokê destyê di peyvekê de bal kişande li giringiya sazkirna vistîvala laliş u dîsan li ser rolê mamosta pîr xidir di xizmeta laliş u Êzidiyatiyê de peyvî , u ji bal xwe ve mamosta pîr xidir jî sopasiya her yek ji serok u endamên desteyê kir li ser wê pêşwaziya germe lê hatî kirin. Vistîvala navhatî eve bo mawê demekî ye kar li ser encamdana wê tête kirin u li bere li hola mihemede arifê cizîrî u li baxçeyên bingehê laliş li duhokê were li dar xistin u li jêr çavdêrîya berêz Temer Remezan waliyê duhokê be . Pirogiramê vistîvalê bi vî rengî ye: • Vekirna rê u rismên vistîvalê li demjimêr 10 î sibê bi sirûda Ey Reqîb • Peyva desteya bilinda bingehê laliş • Peyva çavdêrê vistîvalê waliyê duhokê berêz Temer Remezan • Tekrîmkirna mamosta Pîr Xidir bi xelatê laliş2010 derbarey rolê pîr xidir di xizmeta laliş u Êzidiyatiyê de ji ber hindê wê bibe xwediyê xelatê yekê yê bingehê laliş u ev xelat kirne han wê her sal ji bal bingehê laliş ve were pêşkêşkirn . • Bihên vedan demjimêr 10:35 heya 10:45 • Simînara Dr. Alî Teter li jêr navê PEYWENDIYA BABKALÊN SEFEWIYAN BI ÊZIDIYAN RE wê were bi rêvbirin ji bal Saîdê Silo ve li demjimêr 10:45 heya 11:15 - Gengeşe ji demjimêr 11:15 – 11:30 • Simînara Dr. Ferhad Pîr ball li jêr navê ÊZIDÎ DI TABLOYÊN ROJHILATNASA DE wê were bi rêvebirin ji bal mamosta Şemo Qasim ve ji demjimêr 11:30 - 12:00 -Gengeşe ji 12:00 - 12:15 • Sitranên filiklorî ji bal her yek ji sitranbêjan ve: Çêlî Şêx Mos ,Xatê Şêx Alî, Feqîr Mîrza ,Harîman Qasim,Tehsîn Feqîr Xidir u Perîşan Tariq ji demjimêr 12:15 -01:30 • Bihên vedan ta demjimêr 5:00 • Simînara Dr Fadil Omer li jêr navê PERISTGEHÊN ŞEMSANIYA demjimêr 5:00 – 5:30 wê were bi rêve birin ji bal berêz Cafer Simo -Gengeşe 5:30-5:45 • Simînara mamosta Pîr Xidir li jêr navê LALIŞ U REWŞENBÎRÎYA KURDÎ wê were bi rêvebirin ji bal berêz Kerîm Silêman ve demjimêr 5:45 – 6:15 -Gengeşe demjimêr 6:15-6:30 • Êvaryeka helbest xwendinê ji 6:30 – 7:30 - Helbestvanên peşdar : Qeçax, Mihsin Qoçan, Hebîb Keleş, Dr.Kamîran Berwarî, Sedîq Şero, Şaban Silêman, Hesun Cehwer, Saîd Cirdo, Îdo Xelef,Cîhad Murad,Hecî Qeyranî • Dabeşkirna xelata li ser beşdaran demjimêr 7:30-8:00 • Nimayîşkirna Pêşangeha fotogirafî ya rojnamevan Liqman Silêman demjimêr 8:00 – 8:30 • Dawî --------------------------------------------------- Hatîye belefkirn bi zimanê Erebî /Cafer Simo Comments
(0)
|











