Malper ji bal Bingehê Laliş/Elmaniya ve tê weşandin
Hesen Silêvanî: Nêçîrvan Barzanî biriyara encamdana festîvalê dabû lê sê sale parêzgehê hêlabû birêve. PDF Ji bo çapkirinê E-mail

alt

- em nivêser tîra di hevûdu werdkin
- ewên gazinda dikin, ewin yên ku dema simînar dihêne kirin ew dumînê dikin
- Ji keribên hindekan de ez vê meydanê çol nakim
- sed hizar dolar bo me hatine û hemû me ne mezaxtine
- peywendiyên me digel parêzgarî têk ne çûne
- ez serokê desteka zêrivaniya darayî me li parêzgehê
Hesen Silêvanî serokê yekîtiya nivîserên kurd, Duhok divê hevpeyvîna taybet digel Evro de gelek bi aşikirayî bersivên pirsiyarên me dide û diyar kir ewên gazinda ji wan û ji festîvalê dikin ewin yên ku dema simînar li festîvalê dihêne kirin ew dumînê dikin û egerê ne bûna peyva parêzgerê Duhokê jî di festîvalê da diyar dike û digel çewaniya mezaxtina sed hizar dolarên ku bo wana hatine mezaxtin û dîsan jî ew gotin bi neweyî derêxistin ku wî festîval kiribe di xizmeta take kesî de û wî takalî biriyar dabin.
Hesen Silêvanî serokê yekîtiya nivêserên Duhokê
* bi kurtî ew armanca we li festîvalê heyî, we bicih îna?
Hesen Silêvanî: Armanca serekî ya festîvalê xurtkirina bizava rewşenbîrî li deverê bû bi taybet dinav rewşenbîrên kurd û ya dîtirjî wek timamkera her du festîvalên derbazbûyî, çêkirina pirên peywendiyê dinavbera rewşenbîrên kurd li deverê û dam û dezgayên dî yên kurdî li Ewropa û nîşandana rûyê tenahiya Duhokê di vê rewşa aloza Îraqê ya ne tena de têda derbaz dibe, nîşa nivêskarên derve bidin û bi hizra min wan armancan bicih bînin û festîval cihê rêzigirtinê bû, bi taybet bo şandekê berfirehê nivîserên Îraqê cihê hêbetiyê bû ku di Îraqeke aloz de em li herêmê û taybet li Duhokê serbora xwe ya dîmokirasî û azadî û bi dirustî nîşan bidin û mala wana ava ku çend simînar jî li ser edebê kurdî hebûn.

* te got çend simînar li ser edebê kurdî pêşkêşikirin, lê hindek nivêser dibêjin ji 3 simînarên erebî bi tenê 2 simînar li ser pitûkên te bûn, eve ne bikrînana festîvalê bû ji bo te?
Hesen Silêvanî:Dikitur Mihemed Sabir Ûbêd ku yek ji rexnegir û nivîserên erebî yên mezine û pitirî 30 berhemên rexneyî hene, simînarek hebû, li jêr navê (destpêkek di pirtûka çîrokên ji welatê nîrgizan), ku kitêbeka mine û bi tenê ez têda wergêrim û min 22 çîrokên çîroknivîsên kirmancan min wergêrane ser zimanê erebî û 8 çîrokên soranî jî me wergêrane û vî dikiturî simînara xwe bi tenê ne li ser berhemê min pêşkêşikiriye belku 22 navin, lê mixabin gelek caran me kurdan rêzigirtin bo hevdu nîne û em hevûdu dişkênîn û em tîra di hevûdu werdkin û eve kêmasî ye di mêşkê me de û divê xwe jê xilas bikin.

* bi dîtina te, ev şikandina hevûdu weku hindek caran li Silêmanî û Hewlêrê heye li Duhokê jî peydabûye, yan rastiyeke?
Hesene Silêvanî: Min çi peywendî bi wêderê nîne, tenê ya min divê bêjim ewe ku dû sê biraderek li ser vî babetî zurdariyeka yekcar mezin li min kirin û ev pertûka min (qisis min bilad alnircis) gelek xizmeta nivîserên Duhokê kirîne bi taybet dinav nivêserên erebîda li îêraqê û welatên erebî û heke ev pirtûke nebaye, bawerbke da gelek çîroknivîsên me mînne di orta xove û kesê nas nedikir n ".
Duma dikitur Mihemed bitenê li ser (tibe alasthlal) ya wê pirtûkê daxive, ne tenê li ser berhemê min axiftî ye, tenê min ew çend berhem ji zimanek bo zimanek dî wergêraye daku ew tiştekî ji edebê kurdî bizanin, û di. Sabir got "min edebê kurdî birêka Hesen Silêvanî naskir, ji ber ku jiblî kitêba (qisis min bilad alnircis) ku berhemê 30 çîroknivîsên kurd e, pirtûka dî (qisad min bilad alnircis), 31 helbestvanên me yên kirmanc min dayine naskirin û çendek ji berhemê wan wergêraye ser zimanê erebî û her wî dikiturî pertûkek li ser vê pirtûka me çapkir û li ser astê welatên erebî ev hevale dane naskirin û me jî ev kitêbe dîsa çapkir ji ber ku deh rexnegirên mezinên ereb beşdariya nivîsînê di wê pirtûkê de kiriye û heke hevalên min yên Duhokê piçek hizra xwe bike, divê bêjin Hesenî tiştek başikir û bila nebêjin sipas û divan herdû pirtûkanda min 60 nivîskar dane naskirin û min nedît hevalekê me li rojnameyekê tiştekê li ser binivêsin û ev çav pênerabûna di nav me de tiştekê xirabe".

*gotinek di nav hindek nivêseran heye ku hindek mêhivanên fîstefalê hevalên te yên kesokîne û li ser wî binemayî te ew daxwazkirine û simînar jî pitir li ser berhemê we bûne?
Hesen Silêvanî: Çi rastî bo vê gotinê nîne û heke raste bila navan diyar bikin û me desteka nivêseran bi kom biriyardaye ka dê kê daxwaz bikin û min bi tenê desthelat nîne nivîserekî daxwaz bikim.
Me yekîtiya turevan û nivêskarên îraqî daxwazkiribû ku çend nivîser beşdarbin û babetekî li dor edebê kurdî berhev bike bo pêşkêşikirinê, piştî deh rojan ji vê daxwaznameyê, Elî Şebîb îmêlek bo min firêkir û niha jî ew êmel li nik desteka me heye û têda nivêsaye "ez ji aliyê serokê yekîtiya nivîserên îraqî ve hatime teklîfkirin ku vekolînekê li ser edebê kurdî amadebikim, mixabin çi tiştekê wesa li berdestê min nîne, heger tu bikaribê çend deqên helbestî bo min rêke da tiştekê li ser binivêsim", min jî ew deqên di pirtûka (helbestên ji welatê nêrgizan) bo wî rêkirin û digel wê jî ew helbestên min vê dumahiyê wergerandibûn rêkirin, wî jî 12 helbest helbijartine ku yek ji wan ya minbû, lê heke min ew helbest ne wergêraban, tu dibêjî da yek ji wan bikare tiştekê li ser edebê kurdî amadeke?.

*gazinde hene ku divê festîvalê de we boçûna endam û nivêserên xwe li dor amadekariyên fîstefalê wernegirtibû û bi tenê we desteka rêveber hemû kardikirin û desthelat tenê ya webû?
Hesen Silêvanî: Ewên van gazinda dikin li kûne? Simînar yê li yekîtiya nivêseran dihête pêşkêşikirin ji sercemê 216 endaman deh amade nabin, simînar dihêtekirin nivêser li vêderê dumînê dikin, ew li kûne û wana çi divê, kengî yek ji van nivêseran boçûnek hebûye û hindek nav înane ku daxwazbikine festîvalê û me guhdarî nekiriye?.
Ya dîtirjî sê sale festîval nahêtekirin, kengî yek ji van nivêseran tiştek belav kiriye ka bo çi eve sê sale festîval gîrubûye û nahête kirin?
Êvariyekî em ji aliyê parêzgarê Duhokê ve hatine daxwazirikirin bo xwarinekê û diyar kir ku razîbûn hatiye bo encamdana festîvalê, me kombûneka berfirih digel alî û dezgehên peywendîdar kiriye ka çi bikin başe ji wana (serokê civata parêzgehê û rêveberê giştiyê yê rewşenbîrî û berpirsê dezgehê Xanî, serinivîserê kovara Metîn û çend nivîskarên dî ji bilî desteka me) û me hunermendên şêwekar jî beşdarikirin û muzîa kurdî jî li despêk û dumahiya festîvalê jî hebû û sipasiya hunermendê mezin Dilşad Mihemed Se'îd dikin ku bi wî rengê ciwan festîvala me bi dumahî înayî û bo zanîn jî dema me daxwazkir û behsa bihayê pilêta hatinûçûna firokê di gel de kirî, wî got "ez kurê Duhokê me û dê bê beramber bihêm ".

* rojnamevaneka parêzgeheka îraqî ne bi daxwazname, belku bi têlefonekê bo festîvalê hatiye daxwazirikirin, eve çend ya rast û rewaye?
Hesen Silêvanî: Min ageh ji vê çendê nîne û bawerinakim wesa be û hemû mêhivan birêka desteka rêveber hatine daxwazkirin.

* hindek dibêjin hewe wek pêwîst xwe amadenekiribû, mirovî di wan sê rojan de çend lafîte ne didîtin ku bizane bizavek wesa mezin li bajêrî heye?
Hesen Silêvanî: Ne merce festîvalek bihête kirin û bajêr hemû bizane, em nabînîn ya pêdivî bû ku me hind lafîte heban û tiwêjeka tenê ya civakî ye û di rojname û kovar û radiyoyan de agehdarî û peyam bi sipasîve hebûn û bo me belav dikirin.

*bo çi ev pêla rexna li vê festîvalî hate girtin û festîvalên dî ev rexne nebûn?
Hesen Silêvanî: Eger niha ew biraderên ew rexna dijwar girtî, nivêsînên xwe bi bixwênin û bi wijdan li ser rawestin, dê bînin ku ew tiştê wan nivêsay ne wesaye û di xeletin û wesa nîne, me karekî mezin di vê festîvalê de kir û hindek kêmasî jî hebûn û me hindek nivêserên navdar daxwazkiribûn lê kar bo wana peydabûn û nikarîn hazirbin, heke me jî dixwast hindek navên beriniyas amadey konfransî biban".

*li dûv gotina hindek nivêser û çavdêran astê naveroka wan babetên hatine pêşkêşikirin lawazbûn?
Hesen Silêvanî: Ez wesa nabînim, ew babetên hatine pêşkêşikirin gelek başbûn û cihê rêzigirtinê bûn
.
* cudahiya vê festîvalê hember her du festîvalên derbazbûyî di çi de dibînî?
Hesen Silêvanî: Vê festîvalê kêmtir ji festîvalên derbazbûyî nabînim û eve ji herdûkên dîtir serkeftîtir bûye û ji hemû aliyan ve û bi rewştirbûye jî û eve dîtina me ye wek desteka rêveber?

*l festîvala yekê serok Barzanî berhev bibû, ya duyê kak Nêçîrvan Barzanî, bo çi berpirsên mezin berhevî festîvala siyê nebûn?
Hesen Silêvanî: Nûnerê cenabê serok Barzanî, mamosta Felekeddîn Kakeyî berhev bû û peyv jî xwand û nûnerê serokê hikûmetê jî Dr. Kawe hatibû û peyva serokê hikûmetê jî xwand
.
* di her festîvalek û çalakiyeka mezin de, peyva parêzgarê wê devera çalakî lê dihête kirin dihête xwandin, bo çi di festîvala heweda peyva parêzgarê Duhokê nehate xwandin?
Hesen Silêvanî: Ez pirsiyarekê dikim, eger çi bûn sê salan parêzgeha Duhokê xwe jiber festîvalê avêtî?.
Me çar pêniç nivêsarên fermî arastekiribûn û digel vedîtinan, lê her festîval ne hatekirin û sê sala ma birêve û serbarî wê çendê cenabê kak Nêçîrvan Barzanî berî helbijartinan razîbûn li ser hindê dabû ku ev festîvale bihête kirin û pare bihête mezaxtin, lê her nehatekirin û niha jî dipirsim bo çi nehatekirin?.

* anku peywendiyên we digel parêzgarê Duhokê têkiçubûn, lewman peyva wan di festîvalê de nebû?
Hesen Silêvanî: Nexêr, çi caran peywendiyên me digel cenabê parêzgarî têk neçûne û ew her birayê me yê mezine, lê divê festîval sala 2008 û 2009 û ev sale jî hebaye û bo çi nebûye?.

* di gotinên teda wesa têdigehim ku parêzgeh û parêzgar ji eger û rêgiranbûn eve sê sale festîval nehatiye kirin?
Hesen Silêvanî: nikarim bêjim asteng bûn, lê ez jî dizanim ku seroberê darayî yan ew tiştê li ber destê cenabê parêzgarî renge arîkar nebûye
.
* madem tu dibêjî asteng nebûye, pa çewan serokê hikûmetê biriyarek û razîbûnekê dide û parêzgeh bicih nayne?
Hesen Silêvanî: Ez nizanim, lê ka çewan tu vê pirsiyarê ji min dikî tu dikare pirsiyarekê arastey wî alî jî bikî.

* nebûna peyva parêzgeha Duhok we girêda bi ne piştevaniya darayî ya wan bo hewe û vê pirsa te baskirî?
Hesen Silêvanî: Nexêr, parêzgar ne li Kurdistanê bû.

* we daxwaza xwandina peyvê ji parêzgerî kiribû?
Silêvanî: Nexêr, min got ne li Kurdistanê bû û bi nûnerayetiya hikûmetê peyv hatibû xwandin û nûnerayetiya parêzgehê jî dike.

* parê bo festîvalê hatibû terxankirin çend bû?
Silêvanî: 100 , 000 sed hezar dolar.

* gotinek heye ku tu bi tenê wî parey di mezêxî û kesê ageh jê nîne?
Silêvanî: Nexêr, wesa nîne û me desteka rêveber ageh ji hemû tiştekî heye.

* çenda rewaye tenê hûn 400 dolaran bidine nivîserekî ku li dervey welatî bihête Duhokê?
Silêvanî: Wesa nîne, me li desteka rêveber 23 nivîserên endam ji dervey welatî hene û me hemû daxwazkirine festîvalê, lewra me got bila hemû bihên û çi navan kêm nakin, lê dê tenê 400 dolarên hatinûçûnê bo her yek ji wana mezêxîn û yên dîtir jî her yekî 800 dolar yan kiriya hatinûçûna wan.

* ew sed hizar dolarê bo we hatiye mezaxtin, bi zelalî hunê diyar bikin ka bi çi hatiye terxankirin?
Silêvanî: Belê, hemûyê dê bi raport û bi şefaf bidine serokayetiya civata wezîran ka me bi çi mezaxîte.

* we hemû pare mezaxîte?
Silêvanî: Hêşta nizanim, lê hemû ne, ji ber ku em pisolên mezaxtiya komve dikin.

* winê deyndarbin?
Silêvanî: Bawerinakim.

* heke kujmekê pare man dê bo hikûmetê vegerînin?
Silêvanî: Belê û bêguman û bi rêkên fermî.

*sê care her tu serokê yekîtiya nivêseranî, heke dîsan tu hatiye helbijartinive dê her vî karî bikî, tu li vî postî mandî nebûye?
Silêvanî: Ez genicim, ez ji we naveşêrim, hindek caran demê hindek birader zêde mirovî tûre dikin, ez ji keribên wan de dîsan dihême meydanê, dibe min ji mêje dixwast vî karî bihêlim, lê demê dibînim hindek kesan dijayetiyek heye bo vê xalê, disan vedigerim, min bawerî bi dîmokirasiyetê heye û ez kesek dîmokiratim digel xêzan û heval û desteka rêveber û civakî, eger endamên nivêseran ez nevêm bila bo xwe karbike û nehêlin ez di helbijartinan de careka dîtir serbikevim û dema ez bi helbijartan de derbikevim, kesê çi minet li ser min nîne.

* bo çi tirombêla jimare darayî digel Hesen Silêvanî ye?
Silêvanî: Ez serokê desteka zêrevaniya darayî me li parêzgeha Duhokê û endamê civata parêzgeha Duhokê me jî.

Li dawiyê jî Silêvanî diyar kir ku bila sera tiştek kesukî mirov hemû tiştekî bi xirab nebîne û nizanim jî çewan biraderekî di gotarekî de nivêsaye "nameka vekirî bo serokê hikûmetê, ji festîvala rewşenbîrî ya siyê ", ew bi çi maf bi navê festîvalê diaxive, ji ber ku tenê keseke û heke wî 40 nav komivekiriban ji nû bila ew maf hebana û bêje, yan ka pirojê wî yê wergêranê û serqelemên wî pirojê û Silêvanî dumahîk peyv got "bila hemû bizanin karê min pitire ji axiftinên min ".


ji rojnama Evro / Ûbeyid Sibihî Reşaveyî

Comments (0)add
Write comment
smaller | bigger

busy
 
Lalishcenter e.V. © 2008 Web design pc concept global network gmbh