Malper ji bal Bingehê Laliş/Elmaniya ve tê weşandin
Barzanî: Roja ko kurd biryara çarenivîsa xwe bidin dê bêt PDF Ji bo çapkirinê E-mail

 

alt  


HEWLÊR, 25/7 2010 — Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneka digel kovara Gulanê de behsa mafê miletê kurd yê avakirina dewleteka serbixwe kir û got: — Bi alîkariya Xwedê ew roj dê her bê ko em biryara çarenivîsa xwe bidin. Biryardayîna li ser çarenivîsa xwe mafê rewa yê kurdan e.

 

Li ser pirsa biryara çarenivîsa kurdan û mafê avakirina dewleteke kurdî, serokê Kurdistanê wiha got:

— Ez dixwazim li ser vê babetê nêrîna xwe bi aşkereyî bînim ziman. Bi ya min, em kurd, wek ereb, tirk û farsan yek ji neteweyên Rojhilata Navîn in û mafê me heye ko biryara çarenûsa xwe bidin.Di dîrokê de neheqiyeke mezin li kurdan hatiye kirin, nemaze piştî Şerê Cîhanê ya Yekemîn. Bi ya min em kurd bi zorê hatine perçekirin. Baweriya min ew e mafê me ye ko biryara çarenûsa xwe bidin, ez vê yekê wek mafekî rewa ya kurdan dizanim. Lê em agahdarî rewşa niha ya navdewletî ne. Heviya min ev e ko derfeta diyarkirina çarenûsa ji neteweya kurd re bê dayîn. Lê ev kar bi zorê nabe, bi şîdetê nabe, bi şer û çek nabe. Lazim e ev bi têgihiştin û hevdu fêmkirinê be. Lê divê em bi berdewamî parastina vî mafî bikin. Em an jî nifşê dahatû dê bicihanîna vê hêviyê bibinîn. Bi îzn û alîkariya Xwedê divê ev maf bê bidestxistin.

Barzanî li ser pirsa “Hon pirsa navbera dewleta Tirkiyeyê û PKK-ê çawa dinirxînin?” wiha got:

— Ev meseleyeke girîng e û lazim e em li ser vê babetê bi aşkereyî biaxivin. Bê guman ez dixwazim pirsa kurdî di hemû perçeyan de bi rêya aştî û demokratîk û li gor şert û mercên wî perçeyî bê çareserkirin. Ev ji bo Kurdistana Tirkiyeyê jî wiha ye. Dema ko hikûmeta Tirkiyeyê hebûna kurdan înkar dikir û tu gavekî girîng neavêtin, bi tu car negot ko divê kurd berxwedaniyê bikin. Min hertim got ko eger Tirkiye bo aştiyê gavekî bavêje divê kurd jî bo aştî û naskirina mafên kurdan gava duyem bavêje. Em wek tevgera rizgariya kurd li hemberî zext û zoriyan naçar man ko destê xwe bavêjin çekê. Pêwîst bû di şerê mayîn û nemanê de berxwedaniyê bikin. Em wê demê naçar bûn, çimkî rêyeke din di pêşiya me de nebû, hemû alî êrîş dikirin. Dixwastin me wek neteweya kurd tune bikin. Lewra diviya bû em dest bidin bi çekê û xwe biparêzin û me vê yekê wek tiştekî rewa ditît. Lê eger derfet biafre û yek ji wan dewletan aştî bixwaze xelet e ko şer bê berdewamkirin. Wek ko tê zanîn berî çar salan pêwendiyên me digel Tirkiyeyê gihîştin asta şer. Min wê demê gotibû ko Tirkiye ji bo aştî û çareseriya aştî tu gavekê navêje. Tirkiye nedixwest navê kurd jî bilev bike. Lewra ez bo her encamekî amade bûm û di helwesta xwe de rijd bûm. Lê hikûmeta niha ya Tirkiyeyê hebûna kurdan qebûl dike û diyar dike ko ev pirs heye û divê bi rêya aştiyê bê çareserkirin.

— Ez li dijî şer im. Min ev bi aşkereyî gotiye û niha jî dibêjim û PKK jî vê nêrîna min baş dizane. Ez nikarim bêjim ko dewleta tirk hemû tişt çareser kiriye, qedandiye û tiştên mezin kiriye lê divê em vê yekê jî bizanin ko gelo li Tirkiyeyê bi çi hizrekî welat hatiye bi rê ve birin? Ez pêşketinek baş dizanim ko serokwezîrekî Tirkiyeyê hebûna kurdan bi lêv bike. Piştî vê gava Tirkiyeyê gavên din jî dikare bên avêtin. Li vir pirsa min ev e ko eger ev gavên hikûmeta Tirkiyeyê bi dilê PKK-ê nebe, şer çima? Gelo kuştina 2 leşker, 5 leşkeran û kuştina gencên kurd vê meseleyê dibin kû? Ji ber vê yekê ez niha jî dibêjim, ez digel mafê neteweyî yên kurdan im û bi dilgermî piştgirî li gavên hikûmeta Tirkiyeyê yên ji bo qebûlkirina hebûna kurdan, pirsa kurdî dikim. Lê dixwazim vê yekê dubare bikim ko ev gotinên min nayên wê wateyê ko hikûmeta Tirkiyeyê ji bo kurdan her tiştek kiriye û hemû mafên neteweya kurd dane. Lê bi ya min di vê meseleyê de ji bo rêya rast gava yekemîn rawestandina şer e. Bila bersiveke PKK-ê jî hebe, eger lêktêgihîştin û nêzikbûn çenebe jî, bila neyê şerkirin. Ez dubare dikim, me berî niha jî ji aliyê tirk re gotiye, ev mesele bi şer û rijandina xwînê neyê çareser kirin. Lewra divê em piştgiriya gavên ji bo aştiyê bikin. Ev nêrînên min in, kî pê xweş e an jî pê xweş nebe. Bi ya min divê li ser van bingehan li ser vê meseleyê hûr bin.

Barzanî derheqê wê yekê de ko di dema serdana wî ya Tirkiyeyê de PKK-ê çalakiyekê pêk anî, wiha got:

— Bi rastî jî ew bûyereke pir nexweş bû. Diviyabû PKK-ê dema ko ez li Tirkiyeyê bûm dest bi şer nekiriba. Lewra ez wê gava PKK-ê wek bêberpirsiyarene bi nav dikim. Bi rastî jî bi min nexweş bû û ez xemgîn bûm. Ez careke din ji PKK-ê dixwazim ko şer rawestîne. Heta ko eger yekalîyane jî be ev di berjiwendiya gelê Kurdistanê de ye. Eger PKK bawer dike ko şer rêya rast e, wê demê berpirsiyarî jî di stûyê wê de ye. Divê bo herêma Kurdistanê arîşeyan çê neke.

 

Nivîskar: Nefel-Dengêazad

Comments (0)add
Write comment
smaller | bigger

busy
 
Lalishcenter e.V. © 2008 Web design pc concept global network gmbh