| Barzanî dilgiraniya xwe bo karesata li Otel Somayê nîşan da |
|
|
|
|
Ev jî peyama serok Barzanî ye: Bi navê xwedayê mezin û dilovan Bi dax û kovaneke mezin ve me wê nûçeya agirketina şeva derbasbûyî ya Otel Somayê ya bajarê Silêmanî bihîst ku di encama wê bûyera bi kovan de dehan kes bûne qurbanî û di nav wan de hejmarek xelkên biyanî jî hene. Ji bo vê xemgîniyê pirse û serxweşiyê li malbatên qurbaniyan dikim û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwazim. Her wiha destxweşiyê li karmendên lihawarçûnê û bi awayekî giştî hemû dam û dezgeh û welatiyên dilsoz ên bajarê Silêmanî dikim ku bi navê gihiştina hawar û rizgarkirina wan welatiyên li nav otela navbihurî asê mabûn, çi ji destê wan hatiye kirine. Lê wiha diyar e karesat di wê yekê de ye ku gelek cihên giştê yên wekî otel, hol û apartman di dema avadankirinê de hemû şert û mercên xwe parastin û li berçav girtina bûyerên bi vî awayî nehatine dabînkirin, ji bo wê yekê dibe ku polîsên hatina hawarê nekarîne bi tevahî kontrola bûyereke mezin a bi vî awayî bike.
Her wiha ez hikûmeta Herêmê radispêrim ji bo pêwîstî û termên wan welatiyên biyanî ku di wê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane, bişînin welatê wan û dam û dezgehên tenduristiyê jî bi mebesta başbûn û dermankirinê girîngiyeke tevahî bidin rewşa birîndaran. Ez dubare serxweşî li malbatên qurbaniyên bûyera bi kovana Otel Soma dikim û dam û dezgehên pêwendîdaran jî radispêrim ezmûnê li van bûyerên cergbir werbigirin û kar ji bo dubare nebûna wan bikin. Mesûd Barzanî Comments
(0)
|











