Malper ji bal Bingehê Laliş/Elmaniya ve tê weşandin
Yawer: Rêvebirên PKK’ê ku Tirkiye dixwazin ne li Kurdistanê ne! PDF Ji bo çapkirinê E-mail

alt

Rizgarî Online/ Berdevkê Wezareta Pêşmerge a Kurdistanê Cebbar Yawer daxuyand, ew rêvebirên PKK’ê ku Tirkiye ji wan dixwaze ne li Kurdistanê li Tirkiyeyê ne. Yawer, ji bo rojnameya Hayat’ê axifî û da zanîn ku, ew angaştên di rojnameya Hürriyet’ê derketî û xwedêgiravî Tirkiye ji Herêma Kurdistanê 248 rêvebirên PKKê dixwaze derewand. Yawer, weha axifî: ’’Ew 248 kesên ku Tirkiye ji me dixwaze, ne li Kurdistanê li Tirkiyeyê ne û ti eleqeya Herêma Kurdistanê bi pirsgirêka Tirkiyeyê ya PKK’ê re nîne. Herkes nêrîna me a li ser vê meselê dizane. Ev mesele, pirsgirêkek navxweyî ya Tirkiyeyê ye û em naxwazin bibin aliyê vê meselê.’’

Yawer dibêje, ew endamên PKK’ê ku Tirkiye dixwaze ne li herêmê ne û weha berdawam dike: ’’Me berê jî anîbû ziman ku li ser axên me ti endamên PKK’ê nîn in. Loma ne rast e ku Tirkiye daxwazek weha ji me bike.’’

PNA radighîne ku, Yawer gotiye: ’’PKK livbaziyên xwe di hundirê sînorên Tikiyeyê de pêk tîne. Ev yek pirsgirêkeke hikûmeta Tirkiyeyê ye, jixwe PKK livbaziyên xwe di nav sînorên Tirkiyeyê de li dar dixe.’’

Yawer, herweha ew angaştên ku xwedêgiravî bi rêya mekanîzmaya sêqolî (Tirkiye, Îraq û Tirkiye) dê li hember PKK’ê operasyonan li dar bixin jî bi zimanekî tund derewand û got:’’Tirkiyeyê ji sala 1984an û heta niha li ser axên Îraqê 24 hereketên leşkerî pêk anîye, lê nikariye pirsgirêkê çareser bike. Heta niha em lê hay nebûne ku van demên dawî Tirkiye di nav hewldana bizavdariyeke leşkerî de ye.’’

RO/Cemil Süphan
WK/Yado Ciwan

Comments (0)add
Write comment
smaller | bigger

busy
 
Lalishcenter e.V. © 2008 Web design pc concept global network gmbh