|
Serokê Kurdistanê Barzanî serdana Amêdiyê kir |
|
|
|
Avesta - Di hevdîtinekê de li Qezaya Amêdiyê Balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê li Iraqê Christopher Hill,
diyar kir ku gelê Kurdistanê xwedî jiyareke gelek kevn e û Kurdistan jî xwedî sirûşteke gelek xweşik e ku hêjayî xizmet û alîkariyê ye.
Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê “krp.org” Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li gel Christopher Balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê li Iraqê Hill Balyozê bi serdanekê gihiştin qezaya Amêdiyê û li wir ji aliyê parêzgerê Duhokê û hejmarek ji berpirsên hikmî û hizbî yên deverê ve bi germî pêşwazî li wan hate kirin.
Piştre Barzanî û Hill serdana çend cihên geştiyarî yên deverê kirin û li gel xelkê deverê û geştiyarên ku li deverên dinê Iraqê hatibûn axaftin û hêviya jiyaneke pir xweş ji bo wan xwestin.
Piştre serdana çend cihên qezayê kirin, ji wan Dergeha Behdînan ku bi dergeha rojavaya Amêdiyê hatiye nasîn û her wiha serdana Mizgefta Mezin a Amêdiyê kirin û Christopher Hill heybetiya xwe li hemberî zanyariyên wan deveran nîşan da û ragihand ku gelê Kurdistanê xwedî jiyarekî gelek kevne û Kurdistan jî xwedî sirûşteke gelek xweşik e ku hêjayî xizmet û alîkarîyê ye.
Paşê piştî serdana qezaya Amêdiyê Serok Barzanî û Balyoz Hill serdana serokayetiya Zanîngeha Dihokê kirin û ji aliyê Serokê Zanîngeh û Ragirên Kolejan ve bi germî hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de Serokê Zanîngehê bi navê amadebûyan ve bi xêrhatina Serok Barzanî û Balyoz kir û ragihand ku dema biryara damezrandina vê zanîngehê hatibû dayîn kesek bawer nedikir ku ew zanîngeh bi bi vî awayî bête damezirandin û ew yekê bi xeyal dizanîn, lê bi hîmet û piştevaniya Mesûd Barzanî zanîngeh hate damezrandin û di kar û xizmeta xwe ya civaka Kurdistanê de berdewam e.
Her wiha di dawiya serdanê de Barzanî û Hill serdana Supermarketa Mazî kirin û beşên cûda cûda yên wê dîtin û bi welatiyan re axivîn. şm AKnews
 |