Malper ji bal Bingehê Laliş/Elmaniya ve tê weşandin
Destûra Xezebê PDF Ji bo çapkirinê E-mail

 

alt

Eva çend mehin, temamîya Kurdên Bakûr, û ne tenê ew, rojava sîyasîya Kurdên cihanê, pirsgirêka hinek wa gotî guhestinên destûrî, yên dêmokiratîk ku destûra bingehîn ya dewleta Tirk da bi pêşinyar û alîkarîya hukumata AKP ê hatine kirin, mijûl e. Niha qedera wan guhestinan, 12 ê meha Îlonê, di rêfêrandûmeke berfire, yanê bi dengê gelê tirkiyê „erê“ yan „na“ va girêdaye.

Bingeha vê destûra „tûrkîzm” e  şovûnîst- miletçî, eva devedevî heyştê-nod salîye bi destê Kemal Atatûrkê tirkîst va hatîye danîn û ji alyê peyhatîyê wî va sal bi sal hatîye nûkirin, qewîkirin, tûjkirin, qewatkirin. Sala 1982 ew ji alîyê cûnta eskêryê va  bi her rengê nijarperestîyê û tûrkîzmê hê hate tûndkirin.  Destûr bi naverok, îdêya û meremê xwe antîdêmokiratîk e, dijî gelên welêt yên ne tirk e. Armanc ewe ku bi destê zorê, çi cûreyî jî hebe wan bikin tirk.

Wê destûrê û sazîmanê gelê tirk jî bi kiriye nivîşkan, nijarperest, miletçî, neyartî di nav wan da hatîye çandîn dijî gelê netirk. Ew nikarin bi çavê rast gelê welête netirk binhêrin. Wan ji xwe biçûktir dibînin.  Bi destûrî, bi qewata dewletê xwera maf dibînin  zimanê gelê ne tirk  bibirrin, şexsyeta  netewî di nav wanda bikujin, nav-nasnema wan înkar bikin, ku bibin xweyê welat, dîrok, çand û heta şexsyeta wan.

Ew destûra antîdêmokratîk, eva devedevî heyştê salîye wek dîwarekî pola li ber xwestinên gelê Kurd sekinîye û nahêlê ne ku tenê perçê Kurdistanêyî Bakûr, lê heçar perçê weletê Kurd û usa jî temamîya cihanê da çira Kurda li cîkî bişxule.

 Vê destûrê mala gelê tirka jî xirab kirye. Wî ware buhuşt da tim şerr û dewin, halê aborî û sîyasîyî xirabin, bêxebatî, feqîrî ye.

 

Ji wê destûra zalima xûna bi mîlyona evdên kurd diniqite. Di nav wê destûra reş da hebs-zindanên xezebê, zordestîya bi zulmê, gund û warên şewitîye wêrankirî, zarokên zimanê wan jêkirî-sêwî mayî, axîn, keser û giryê bi mîlyonan evdên am-tam, bêşûc û bêgune veşartîye.

 Ew destûra ku li ser înkara gelê Kurdî pirmîlyon û welatê wanî dagerkirî hatîye avakirin,  bi çek û sîlihe cihanêye here xûnrêj, bi destê gênêralên bêwîjdan û carna jî bi alîkarîya hinek qewatên cihanêye çekfiroş û çevsor hata îro tê xweyîkirin.

Ji alîkî da sîyasîya gênêrala ya hişk e şerûd, antîdêmokiraîk, qewlêd şovûnîste mîlîtarîst, kevneperest, înkarkir, alîyê din welêt da têkoşîna gelê kurd ya bê rewastandin, û hereketa hinek hêzên tirkîyêye dîmokiratîk-azadîhiz, hale aborîyî giran, bêxebatîyê, di nav qewatên dewletê  da ji bo deshilatdarîyê dutîretî û kirîzeke kûr pêjda anîye.

Kemalîzma nijarperest û îslamya siyasîye turanîst wek neyar îro ketine pêsîra hev.

Bi rastî, ji wan tu yek  xêrxwezê gelê Kurd nine û ji  wan yek jî naxweze pirsa Kurda safîke.

Wê neyartîya herdu hêzan, kîrîza sîyasî, hale welêt di arena navnetewî da, di tevî têkoşîna gelê Kurd  pêwîstîya wan guhestinan di “anazagona” wan da pêjda anîne… Textê general û dîktatoran diheje. Hişkaya berê di hindava înkarkirna nav û nashema kurda, di piraktîkayê da hevkî nerm bûye lê ew nermbûn bi qanûnên dewletê nehatye garantîkirin.

Gênêralên diktator, ku bawar nedikirin, rojekê, yekê maf bide xwe, derkeve dijî wan, wan sûcdarke, îro derheqa hovîtî û çevsorîya wan da aşkere tê nivîsar, têlêvîzyonên fermî da tê gotin, ew têne hebskirin.

 

Gelo dinayê da kurdekê hebe ku bêje kêfa min hedimandina vê destûrê, herfandina hîmê vê sazûmana mîlîtarîste miletçî û hilşandina text-tacê gênêralên kurdkuje xûnmêj  ra nayê.

Kê jî bêje “na” yan derewa dike, yan kurdîya xwe înkar dike…

Serî ew nîne, ku  destûrê da guhestin biçûkin û temamya mafê gelê kurd nayê nîşandan…

Gişk zanin, ku AKP dost û alîkarê gelê Kurd nine… Ew birînê Kutda derman nake. Ew neyare.

Serî ewe ku ew dîwarê pola, ew zinarê giran, ku çendik desale ketîye li ser bextê kurdan qelş lê ketîye, qels bûye, diheje, ji cî leqiyaye.

Usane Kurd gerekê bibine alîkar, bi bêxemî li rex vê kirîzê  û serrê herd hêzên neyar ra derbas nebin.   Ew jî gerekê di vî halî da bo kara xwe tev bigerin, bifikirin, gavên bi aqil bavêjin.

Kêne, ku ji van guhestinan ditirsin, acizin? Kêna ku sawê dikşînin, ku rojê bê, wê vê destûrê, bi temamî, wek „kirçekî“ bêkêr kewkîyî nava  gemarê bikin?

Kemalîstin, miletçî û şovûnîstin, tûranîstin, gênêralên şerxweze, çevsore, bêwîjdanin, antî kurdin, hêzên ku naxwezin şer li welêt da bê rawestandin, edlayî û biratya gelê Tirkîyayê li ser hîmê wekehevîyê bê demezirandin …

Kurd gerekê alîkarê her gaveke dêmokiraktîk bin…

Min bawarkin, ez dijî tu hêzeke gelê Kurd nînim, lê rêfêrundyûmê da bi gotina „na“, yan „boykotkirin“  avê berdidin li ser dewla aşe qewatin neyarê gelê kurd…

Ew tê wê menê ku destûr wek berê bimîne, çawa MHP, CHP û Gênêral dixwezin.

Gelo wek berê hîştina wê destûra xezebê, wê çi karê bide gelê Kurd?

Ne, ji vê destûra xûn zîyana here mezin gelê Kurd dîtîye.

Bi rast, eger bi dengê „na „ yan „boykotê“ deshilatdarî bihata mecbûrkirin bi hîmva guhestina destûrê, yan hazirkirina destûreke dêmokiratîke nû, we demê ev helwest rast û femdarî bû.

Berovajî, eger destûr bê guhestin  rêfêrandyûmeke wa berfire da bê qebûlkirin, hîmê destûrê hê qewî be, û dema têkoşîna dêmokiraktîk e dijî wê jî wê dirêjtir  û dijwertir bibe.

 
Dr.Eskerê BOYÎK
27.08.2010

 

---------------------

ji avestakurd

Comments (0)add
Write comment
smaller | bigger

busy
 
Lalishcenter e.V. © 2008 Web design pc concept global network gmbh