Malper ji bal Bingehê Laliş/Elmaniya ve tê weşandin
Bûyera Sîpa Şêx Xidirê û Gir izêr li Şingal PDF Ji bo çapkirinê E-mail

alt

Guman têda nîne ku, ew giropên tarîperês ji qa'yide û ensarên îslamê û radîkalên selefyên cîhadî û paşmayên be'asiyan û dijminên mirovayetiyê çi cudayê nakin di navbera çi dîn û mezheb û regez û curên mirovan de, belku tenê armanc û merema wan rijandina xwîna kesên sivîl û bê tawane û bi xwîna mirovan hatine firşk kirin, lewma ji layekî yê birayên mesîhî dikujin û tîror dikin û dêra bi ser hev de diruxînin, ji aliyê din yê kesên bispor û zanayên zanku û zanîngehan tîror dikin û kesayetiyên bi rumet û navdar direvînin, ji aliyê din yê alim û zanayên îslamê dikujin ji herdû mezhebên sunî û şiy û mezar û mizgefit û gurstanên yekdu diteqînin jin û zaroyan dikujin jiyanê li xelkê sivîl têk den, ji alekî ve yê kurdên êzdî bi şêwek wehşiyane jinav dibin, gund û komelgehên wan kavil û wêran dikin û xwîna wana helal dikin, bê şik mirov dikare bêje.
Ev girupên tarî perês dibê pirugram û armancek taybetin, tenê kar û rewştê wana li dijî hemû urif û adatên ul û mezhebane, li dijî peyamên xwedê û pêxembarane, li dijî hemû reng û curên mirovane, lewma pêwîste hemû çîn û texên civakên cîhanê bi yek dest û helwîst bersiva van bê dîn û tarî perêsan bidin û destek polayî lê weşînin, daku tuvê wan li ser gûya zemîn bihête hilandin û emin û asayiş li cîhanê berqerar be, çunke cîhada here rast û rewa ewe dema mirov berevaniyê û parêzivaniyê li mal û giyan û xak û nîştîmanê xwe bike û li dijî her hêz û girupekê raweste ewên dixwazin miletê mirovî dagîriken û zurdariyê li mirovên bê desthelat dikin û înkara hebûna gel û netewekî bikin.
Lewma ew tîr û girup li derivey şeriyetê îslamê û yasa û zagunên nav netewî kar û erkê xwe yê nemirovane dimeşînin û mafên mirovan bin pêdikin!! Çendîn îmbiraturiyet û rijêmên kevneperst û şuvînî bi dirêjaya sedan salan zulim û stema xwe bi şêwek nemirovane li ser gelê kurd dimeşînin ku, pitirî 72 heftê û dû fermanên qirkirinê bi ser kurdên êzdî înane, biyanûya ku bê dînin li dijî aynê îslamê ne, lê dîsan ew împirator û rijêmên tarîperês hemû gur begur bûn û di agirê xezeba xweda şewtîn, hêş kurdên îzdî li ser bîr û bawerên xwene û dest ji çand û kultur û zimanê xweyê kurdî berinedane, lê mebesta wan ya serekî jinavbirina gelê kurde bi giştî, ji ber ku ew kurdên muslman û sivîl û bê gunahe ewên di bûyerên Enfalan, Helebçe, Germiyan, Badînan, ma hemî kafirbûn gelo? Bê dîn û bê bawerbûn!!! Lê çawan pilanên wan di heftê û dû fermanan da bi ser neketin, îro jî di bûyera roja 14 -8 –2007 sernagire û bikujên wan dê di rûreş û şermzar bin di dîroka mirovayetiyê de.
Wê roja reş tîrorstên qayde û ensarên xwînê û paşmayên bes û dijminên mirovayetiyê tankên avê û kamiyonên barî pirî madê tnt û teqînakirin, li şûn xelat û diyariyan pêşkêşî zarokên kurdan bikin li komelgeha (Sîpa Şêx Xidirê û Gir izêr) li herêma şingal li başûrê Kurdistanê ew barên tnt û teqîna bi xelkê sivîl bi kurdên êzdîve teqandin, di encam de nêzîk hezar kesan di wê karesatê de şehîd û birîndar windabûn, ku wijdana tev mirovayetiyê hejandî ye, mal û tax û kulanên wan ji xwîn û parçên mirovan pirikirin, mîna roja qiyametê malbat û xêzan bê biniyat kirin û kumkujî li dijî xelkê sivîl encamdan, cudaya di navibera fermanên pêş sedsalan û fermanên nihada tenê pêşketina çekî û madê teqînaye, eger wî serdemî fermanên êzdiyan bi tîr û şîr û kivana bûye, eviru bi tenan madê teqîna û tênitî heye, bi kêmatî dikarin di her bûyerekê de pitirî hizar kesan bikujin, eger wî serdemî mêr wixurtên îzdiya digirtin û dikuştin, jin û zarokên wan wek destkftiyên şerî ji xwe re dibirin, lê vî serdemî çi cudayê naxin di navibera mêr û jinan, keç û kuran, pîr û zarokan hemûyan bi hevire di aşê xezeba xwe de dihêrin û wijdana xwe diperçqînin. Li gorî zaniyariyên komîta serpereştkariya komelgeha Sîpa Şêx Xidirê û Gir izêr ji bo serjmêra ziyan û qurbaniyên wan bi vî şêwê jêriye.
336 şehîd, ji wana 120 regezê mêne, 216 regezê nêre, pitirî 600 kes birîndar û windabûne, pitirî 500 xanî bi serêk de helweşandine li gel erdî rast kirine, pitirî 100 seyaran şewtandine, 147 dukan jinavbirine, 170zarok bûne sêwî ji wana 94 keç 76 kur, jimara 30 zarokan mane bê bab û dayik, li gorî jêderên bi dest ketî mebesta wan tîrorstan ew bûye, ku 30 hizar kurdên îzdî bi yek car nehêlin û jinav bibin, heman jêder wisan xûya dikin, ku her li destpêka azadiya Îraqê 9 nîsana 2003 heya nivêsîna vê raportê jimara 571 kurdên êzdî bi dest tîrorstan hatine kuştin.
Rojek geş û xweş li esmanek sahî û zelal zarokan li nav baxçan henik bi belgên gula û pelatînakan dikirin, genc û xurtan li gurepana gundî nexşê jiyanek aza diraçand ku, pirogramê jiyanê li ser bixemlînin, lê ji nişkekê ve ewrên reşên xezebê ji aliyê rugeha tarîperêsan hatin, esmanê sahî li jêr pêlên xwe yên reş nixafit û siroştê welatê me bi kîna dilê xwe kefin kirin û barana xwînê li ser me barandin, hêviyên me hemû serjêkirin, hêlînên umêda wêrankirin, ez jî di wê xewnê de bê hiş bûm

 

 

Ehmed Balayî

JI EVROPRESS

Comments (0)add
Write comment
smaller | bigger

busy
 
Lalishcenter e.V. © 2008 Web design pc concept global network gmbh