Malper ji bal Bingehê Laliş/Elmaniya ve tê weşandin
Bîranîna Şekroyê Xudo 1930-2007 PDF Ji bo çapkirinê E-mail

alt  

pirofêsor Şekroyê Xudo
Eskerê BOYÎK/ Çar sal derbaz bûye, ku dirokzan-kurdzanê Kurdî mezin, pirofêsor Şekroyê Xudo di nav meda nîne, koça xwe bar kirye û li berpala çîyayê Elegezê, ser girê fêza gundê xwe-Elegezê, li warê kal û bavê xwe, dûrva ji bog el û welatê xwe bûye heykelekî nemirî.

 

Şekroyê Xudo sala 1930 î, li gundê Elegezê, Komara Ermenistanê maleke kurdên Êzdî ya bi nav û deng da ji dayka xwe bûye. Bavê wî zilamekî jêhatî û serwext bû. Salên qeydê Sovêtyêye ewlin hersê komarên Kovkasê tev hev bûn û parlamênta wan ya tomerî hebû, ew tê bijartin wek endemê wê parlamêntê. Paşê heta nîvê salê heftêyî serokatya kolxoz û gundên wê navçê dikir. Komara Ermenîstanê da evdekî naskirî bû. Dayka wî Meyana Lêşo xatûneke kurmancyê bû.

 

Nîvê salên 30 î gundê wan Elegez dibe merkeza nehyê. Ew nehî hema-hema nehîke Kurda bû. Serok û xebatçyên nehyê tev Kurd bûn. Mekteba orte, Tîatra Kurdaye dewletê lê vekiribûn. Gundê Elegezê çawa seva 12 gundên Kurdên Êzdî yên dorê usa jî seva Kurdên Ermenistan û Gurcistanê bûbû merkezeke kûltûrî û perwerdê. Mala wan jî bûbû cîyê mêvana, hatinçûyînê . Zarotya wî li wî gundî da di nava wê çûyîn hatina kurdewerî da derbas dibe. Malêda çar law û çar keç bûn.

 

Ew malbet ne ku tenê di nav Kurdên wê komarê lê temamya Ermenistanê da bûbû minak. Temamya ewledê wê malê xwendina bilind xilaz kiribûn, heçar keç jî mamosta bûn, lawê mezin: Egît bawarkî çîl salî serokê para edebyetê ya rojnema RYA TEZE bû, avtorê romana DÊ Û DÊMARÎ, yê din Tîtal Berpirsyarê Mekteba gund, Gyorgî doktorê bijişkyê, pirofêsorê ûnîvêrsîtêta bijişkyê ya bajarê Yêrêvanê bû. Lê gerekê bê gotin stûna malê Şekro bû.

 

Xalanê wî: Şawo, Têmûr, Ezîz bi kar û xebatên xwe evdine naskirî bûn welatê Sovyêtê da.

 

Xezûrê wî: Hecyê Cindî, bûra profêsor, matêmatîkê dinêeyan Feyzoyê Egît, helbestvanê mezin Fêrîkê Ûsiv, nivîskar, berpirsyarê beşa Radyoya Yêrêvanê, zimanzan Ahmedê Gogê, nivîskar, Dr. Tosinê Reşît û bi dewî helala wî doktora bijişkyê, Firîca Hecî Cewarî.

 

Şekro ji pey qedandina dibistana gundê Elegezê sala 1948 a li bajarê Yêrêvanê dikeve zanîngeha pêdagogyê, beşa dîrokê. Zanîngehê bi qimetê here bilind xilaz dike, vedigere gundê xwe. Du salan mekteba gund da dersên dîrokê dide.

 

Destpêka sala 1955 an rojmema kurdî RYA TEZE dîsa li bajarê Yêrêvanê dest bi weşanê dike. Şekroyê gênc rêdaksya rojnemê da teglîfî xebatê dikin, wek serwêrê parê. Salekê şûnda ew êdî cîgirê berpirsyarê rojnemê bû.

 

Sala 1960 î karê rojnemevanyê dihêle û bi temamî xwe dîyarî bi zanistî lêkolîna dîroka gelê xwe dike. Sala 1963 a doktorya xwe ya ewlin bi têma Şerkarya kurdaye miletyê-azadaryê li Îreqê ji pey herba hemdinyayêye dudara xweyî dike.

 

Sala 1978 a li zankoya Rohilatzanyê ya Moskvayê da doktorya duda, ya profêsoryê xweyî dike bi têma Piroblêma avtonomya Kurda li Îreqê.

 

Ji sala 1981 heta 1994 a serokatyê para Kurdzanyê dike li înstîtûta Rojhilatzanyê ya Akadêmya Ermenistanê da. Sala 1990 tê bijartin çawa endem miqaledar, lê ji sala 1996 a wek akadêmîkê Akadêmya Ermenistanê.

 

Ji sala 1968 a heta 1994 a ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê ya dewletê beşa rojhilatzanyê da dersê dîroka Kurdistanê û weletê Ereba dida.

 

Ji wê demê heta roja xweye dewî bê rewastandin ew li ser pirsgirêkên dîroka Kurd û Kurdistanê dixebitî.

 

Dema Barzanyê Mezin hate Ermenistanê Şekro ew dît, jêra bû nas...Û ji wê demê da rastya rîya wî pêşîkêş û pêşewityê gelê xwe bawar kir. Ew jî bû wek pêsmergekî sondxwerî yê wê rê, wê bawaryê.

 

Pêwîste bê gotin ku welatê Sovêtê da lêkolîn û îlahî çapkirina gotar û pirtûkên derheqa mesela kurdan li Îraqê, çiqas diçû zemettir dibûn. Pey ji desthilatdaryê avîtina Katibê Kommerkezya PKTS sereke N. Xrûşçov ra pêwendyên welatê Sovyêtê û Îraqê bi carekê va hatine guhestin... Dostanya xurt navbera dîktatorya Îraqê ya nijarperest e dijî Kurdan û desthilatdarya Sovêtê da çê bû. Pêwendyên Sovêt-Îraqê yên dostanyê mecal nedidan wekî derheqa rêjîma Îraqê ya beesî, ewa miletçîye xezev û şerkarya kurdaye azadaryê da rastî bê nivîsar. Dîrokzan ew yek rind tê derdixist û tu cara ji fikrên xwe pas nesekinî. Bi mêranî rastî dinivîsî, rastya şerkarya gelê xwe xweyî dikir. Tiştekî pir balkêşe, ku paşî bûyarên sala 1975 an li Başûrê Kurdistanê Şekroyê Xudo sê sala dîsêrtasya xweye doktoryê ya hazir nikaribû xweyîke, ji bo têma dîsêrtasya wî qewimandinên Başûr bûn û têda derheqa rêjîma beesîye ya şovûnîste, nijarperest û pirsgirêkên şerkarya kurda da rastî hatibû nivîsar.

 

Kar û xebata zanyarê mezin bilind hatine qîmetkirin. Saya zanebûnên ênsêklopêdîk di werê zanestyê da gihîştye navên here bilind. Sala 1981 ê navê profêsoryê didne wî. Sala 1990 ew tê bijartin wek endem-miqaledarê Akadêmya Ermenistanê ya zanestî. Şeş sal pey ra wî dibijêrin wek akadêmîkê wê akadêmyayê. Pêwîste bê gotin, li walatê Sovêtê navê akadêmîkyê, di sîstêma zanyaryê da dereca here bilind e û didane zanyarê here mezin, yên dinêeyan, yên ku rêyên nû li nava zanyaryê (u’lm) da vedikirin...Li temamya Sovêtstana berê û ji hidûdên wê der cara yekemîn bû ku bi serê prof. Şekroyê Xudo kurdzanek gihîşte wî navê bilind.

 

Ji pey hilweşîna dewleta Sovêtê ra dîsa rojên giran wê para Kurda ra hatin.Tevî xiravbûna halê aborî-sîyasî, miletçîtî, nijarperestî jî çawa komarên welatê Sovêtê yên din, usan jî Ermenistanê da xurt bûn Êrîşa here mezin dijî Şekroyê Xudo bû. Ew merkezên rewşenbîrî, kûltûrî-zanestî yên kurdan, ku Ermenistanê da hatbûn avakirin ketin halê aborî û moralyêyî xirav...

 

Wê demê bajarê Yêrêvanê da bi serokatya prof. Şekroyê Xudo komela rewşembirên Kurd hate demezirandin. Komê, di wî halê dijwer da xebatine berbiçev kirin ku pêşya êrîşên nijarperesta bigrin, komên ermenya yen dost û xêrxwez, rewşembîr û zanyarên wen e mezin rakirin pişta xwe û nehîştin bêtifaqî di nav Kurdên êzdî û musulman da çê bibe. Bi saya xebata rewşembiraye rast pilan û meremên xêrnexaz û neyaran nehatin cî.

 

Lê nikaribûn pêşya ji Ermenistanê derketina Kurda bigrin.Demeke kin da Kurdên musulman kişyan ji Ermenistanê derketin, h’eja Êzdyan jî berbi Rûsyayê bi lez bû. Ew malbeta kurdaye rewşembîrî ya rengîn, ku Ermenistanê da çê bûbû, demeke kin da ji hev bela bû... Şekroyê Xudo jî çû bajarê Moskivayê. Wê demê kurdzanyê jî rûyê halê aborîyî xirab da wedekî tengasyê dijît. Prof. Ş. Xudo wir kurdzanên Sovêtstana berê, yên here bi nav û deng li xwe civand û Navenda lêkolînên Kurdî da demezirandin, xwe jî hat bijartin wek Serokê wê Navendê..

 

Navendê halê aborîyî dijwer da (Dewlet alîkarî nadê, bi alîkarya şexsan karê xwe rêva dibe) salên borî da karne berbiçev kirye. Bi rêvabirya wî Navenda Lêkolînên Kurdî 14 pirtûkên kurdzanye weşandiye. Di nav wan da ya sereke DÎROKA KURDISTANÊ ye (bi zimanê rûsî). Eva cara yekemîn e ku ser bingeha zanîstî, bi akadêmî temamya dîroka Kurdistanê tam hatye nivîsar û weşendin. Prof. Ş. Xudo însîator, beşdar û rêdaktorê wêye. Wergera wê bi tirkî sê sal berê li Stembolê çap bûye. Ew usa jî hatye wergerandin bi zimanê erebî, farizî, kurmancî. Li alyê Navendê da usan jî cara yekemîn giramêra kurdîye dîrokî hatye weşandin, xebatne giranbiha ne ALMANAXA KURDÎ, pirtûka derheqa zaravê zazakî da û yên mayîn.

 

Dîrokzan xizneke zanistyêyî mezin ji pey xwe hîştye. Ew xudanê 10 pirtûk û sedî zêdetir gotarên zanestîye. Hesavekî zêde lêkolînên wî derheqa pirsgirêkên dîroka gelê Kurd yên cuda-cuda da hazirin û hewcê çapkirinêne. Profêsor li ser lêkolîneke mezin dixebitî. Ew lêkolîna derheqa pirosêsa xwenaskirina netewyêda bû li Başûrê welêt. Bi vê lêkolînê dîrokzanê navdar temamya dîroka Kurdistana Başûr ji sala 1918 a girtî heta vê demê bi zanestî tîne holê. Kar û xebatên wî bi firehî li Rûsîyayê, komarên sovêtstana berê, heçar perçê Kurdistanê da hetine naskirin û qîmetkirin, pirtûk û gotarên wî bi deha zimana hatine wergerandin, weşandin. Bûne hebûna gelê Kurd û Kurdistanê.

 

Sala 2006 a Kurdistana Azad kar û xebata ewledê xwe bilind qîmet kir. Ew hêjayî xelata zêr ya helbestvan û ronakbirê kurdî mezin Pîremerd bû.

 

Heta deqa jîyana xwe ya dewyê jî prof.Şekroyê Xudo bi ênêrgîya cîwanyê beşdarî her bûyareke kurdzanyê dibû, piştgirtya tevgera gelê xwe ya azadaryê dikir.. Bi aktîvî konfêrans, sêmînar û civînên ser mesela kurdaye netewyê pêşda dihat. Çapkirina gotara li rûpelên rojnemên Rûsyayê û welatên der, axaftin û hevpeyvînên bi radyo-têlêvîzyonan, parastina heqê Kurdên sovêtstana berê beşeke karê xweyî hîmlî hesav dibû. Destanîn û serketinên gelê xwe ra kêfxweş dibû, xeletî, şaşî zû texmîn dikir, nerazîbûna xwe venedşart, rastya xwe eşkere digot. Di nav jîyana xwe ya zanyaryê da ji bawarya xwe nehate xar, bi malê dinê û navên arzan nehate xapandin, qîmetê nav û qelema xwe tim bilind xweyî kir...

 

Şekroyê Xudo ne ku tenê zanyarekî mezine lê usan jî wek meriv, wek heval, wek şêwrdar pir bi nirx bû. Mezina ra mezin e, biçûka ra biçûk bû. Meriv bi roja kêlekê rûnişta kurmancîya wîye xweş, axaftina bi henek û laqirdya xemilandî têr nedibû. Teyê bigota laqirdyê dinyayê gişk cem wî bûn.

 

Bîranîna Zanyarê Kurdî mezin wê timê dilê gelê wî da bimîne.

ji yeziden.de
 

Comments (0)add
Write comment
smaller | bigger

busy
 
Lalishcenter e.V. © 2008 Web design pc concept global network gmbh