|
Îro salyada sêyê ya cînusayîda Şingalê ye. |
|
|
|
|
Şengal li benda 140ê di mire….!
Hejar Midîr
Barî sê salan di warê xweşmêr u egîdan da, karekî tirsînûk hate encamdan, di êvaryeka teng u tarî da dirba xwe daweşandina zarok u jinan, qulpê rojê qulibî u dujminê rojê derketin holê u agir berdan jiyanê, pêşiya sê salan carek din çiyayê şingalê kirasek reş li bejina xwe kir u rondikên xerîbiyê barandin, di êvariya 14î tebaxê da dîroka tirajidîya şenge alê, xwe taze kir u bi awakî nûtir u modêrintir derkete qadê, di demekî da ku xurt u zeriyên Şingalîya xwe amade dikirin daku çiyayê xwe bigehênin çîyayên kurdistanê çîyayê zozik u hindirîn u kovenda şêxanî girê bidin, lê hêzên tariya şevê derketin u girnijîna zarokan kirin hêstrên bi xwîn .
Her di weka Îro da li 14/08/2007ê, teroristan bi awakî hovane hêrişî ser nahîya Girozêr u komelgeha SîbaŞêx xidirê ser bi qeza Şingalê ve li roj avayê parêzgeha Musil kirin, u sê tankerên madê TNT kirî peqandin, di encamda nêzîkî 400 kesan ji zarok, jin, pîr u kalan canê xwe hunda kirin u bilindî cîhana nemran bûn u tevlî şehîdên mirovatiyê bûn u hewqasî wan jî birîndar bûn u bi sedan xanî kavil kirin u bi sedên turimbêl şewitandin u bi sedên zarok bê dê u bab hêlan.

Di salyada sêyê ya cînusayîda şingalê da, serbilindî u serketin ji bo xelkê kurd perwer u pelingazên şingalê re be u ser şorî u paşveman ji bo nehezên mirovantiyê u kurdînyê re be .
 |