Malper ji bal Bingehê Laliş/Elmaniya ve tê weşandin
Dr.Eskerê Boyîk:bi zelalî li ser pirsgirêk u pêşhatên civak u ola Êzidîyan di axive. PDF Ji bo çapkirinê E-mail

  alt

 

Zincîre hevpeyvînên bi rewşenbîr u sîyasetmedarên Êzidiyan re ,

lalishcenter/Elmaniya/HejarMidîr

Eskerê BOYÎK  Li maleke Kurdên êzdî, sala 1941 ê  hatîye dinê. Xwendina wî û têza wî e zanistî li ser aboryê ne. Salên dirêj zanîngeheke zanîstî da wek serokê parê xebitîye. Hê şagirtê mektebê bû wî helbest û kurteçirok dinivîsîn. Wan sala da nivîsarên wî rojneme, kovar û bi pirtûkên başqe   belaf bûne.

Dr.Esker bi xwe dibêje: Çawa tê xuyan, ez ne oldarim, ne têolog, nivîskarekî Kurdim. Zanebûnê min jî li ser êzdîtîyê wê çarçovê da ne.

ji bo vê zincîrê : ev dîdara li xwarê me digel berêz Dr.Eskerê Boyik sazkir.

 

 

p/ mamoste Esker, hinek nivîskar dibêjin ola Êzidiyatiyê  yekemîn dîne hin gengeşe u şax jê çoyî gelo ev ji egera çîye?  u ev ola ji bal cenabê teve çawa tê şirovekirn?

Eskerê BOYÎK.-Helbet, êzdîtî bawarîke xwedênasîyê ya kevnar e. Lê gelo yekemîn bawarya hebandina Xwedê ye? Ez nikarim  bersîva vê pirsê  bi erênî bidim. Ji bo bersîva rast ra bingeheke zanistî, lêkolînên têologîêye dûr û dirêj pêwîstin. Mixabin vê gavê tu belge, melûmetî, lêkolînên usa, ku we pirsê mak bikin, destê meda nînin. Bi texmîna min em niha tek karin bêjin: „Êzdîyatî bawarîke kurdistanîye kevnare“.

 

 

p/berêz Esker, bi dîtina te kî wê pitir bi awakî zanistî di şirovekirna ola Êzidiyan de cî bigre? Oldar, civata mîr yan komel u centerên Êzidiyan ?.

Eskerê BOYÎK.- Dîroka Êzdîyan timê dijwer bûye, lê vê gavê dijwertir bûye. Êzdîtî demeke tebyetîye pirr tevlihev dijî. Êzdî cihanê bela dibin. Wek kerî pezê bê şivan ji her çerçovên xweye civakî, olî, netewî dertên. Berê jî Êzdî civakeke bê rêvabirî bûn, lê wek adên biçûk, kom li ser hev bûn, gundên xwe da dijîtin, bi oldar û bawarmendên xwe. Bawarî hebû, xof hebû, hebandin hebû, bawar dikirin… Bi rastî  hevekî terê da jî bûn, zordestî jî hebû. Lê bi zimanê xwe diaxivîn, tovayî erf-edet, eyd-erfatê xwe derbas dikirin. Ji hev şerm dikirin. Civakê li nav van çarçovên êzdîtîyêye nedîhar da xwe diparast.  Niha rewş teherekî dine: çarçova tunene, xof-saw betal bûne, ziman tê jibîrkirin, perda şermê çiryaye, bawarî jî nemaye… Payê civakêyî pirrê ne gundîne, ne bajarvan, ne rojhilatîne, ne rojavayî…

Her tişt li ber çavane. Gundîyê berê bajarvanê bajarê here modern e, cil-ber, rabûn-rûniştandin hatine guherandin lê tiştek kême… kême ku him êzdîtiya xwe xweyî  derkevin, him jî  meşa cihanê ra rêva herin.

Ya here xeter ewe ku payê vê civakêyî pirrê xêncî hinek zanebûnê kilasîk ji ola xwe, bawarya xwe, bi gilîkî tomerî êzdîtîîya xwe tiştekî nizanin. Zanebûnên oldaran, ku civaka berê da, bi neçarî hevkî têrê dikir, niha têrê nake.

Di nav temamya Êzdîyan da (em bêjin mîlyonek) neh-deh alimê vê bawaryê ancax hebin.

Dogmeyên berê li ber meşa dewranê teyax nakin. Malbet ketine gêjgerînga nezanîyê, bêrûmet dibin. Pirsgirêka dê-bavan û lawan, ku di dîrokê, di nava her civakê da tim hebûye malbetên Êzdiyan da gelekî tûj bûye. Extyar, mezin dixwezin bi cure berê bijîn, gênc- cûrekî din dimeşin. Ev dijîtî- çareserîke maqûl dixweze.

Lê rêvabirên maqûl bifikirin, di vê dijîtyê ra çareke maqûl bivînin nînin.

Êzdî ketine devê aşê asîmlasyonê. Wê çawabe? Kes xemê naxwe.

Vira jî bersîva pirsa we. Ew sazyên we nave wan rêz kirine rola xwe nalîzin: hinek qalkê xweyî kevnar da wek çarsid-pênsid sal berê dimeşin, bi meşa hespên xweye westyayîye diranketî, dixwezin rê nîşanî mêrsêdese bikin. Yên din, payê pirrê bi hespê sîyasetaê nizanin berê vê civaka “nexweş” didine ku? Hinek jî bi nave “întagrasyonê” êzdîyan didefînin nav netewên din…

  

p/Erê Dr.Esker, komel ,mal u senterên Êzidiyan yên çandî u civakî  ji bal te ve çawan tên dîtin gelo di astên pêdvî dene ?.

Eskerê BOYÎK.-Mal û komelên Êzdiyan, helbet, bi gorî xwe kar dikin… Lê karê wan nikare têrê bike. Navbera wan da tu system yan hevgirtin, yan jî rêke pêşxistin û parastina civakêye tomerî tune… Hela hinek dijî hevin. Hebûna wan bêrêvabiryê çêtire… Bi texmîna min, ji bo rêvabirya Êzdîyan ya civakî, olî, çandî reform û guhestinên bingehîn pêwîstin. Jîyan guhestinan dike.   

Eger wa berdewan be, gelek pirînsipên êzdiyatîyê wê bipelişin…

 

 

p/ hinek ji dîroknivîsên kevin zilim li Êzidiyatiyê kirne, u neha jî car caran dûbare dibe,her kesê  pertukek derbarey ol u civaka Êzidiyan nivîsand gerek ji bal kêve were nirxandin  u mihasibe kirn?.

Eskerê BOYÎK.-Êzdîtî zevîke xopan e. Nivîskarî bûye mode. Û îro zane û nezanan cotê xwe girê  dane, ketine. Çep-rast dajon, xet dikin.

Helbet demê her tiştî rastke, her tiştê zelalbe. Zevîya gênim û ya bi situryê bêkêr wê hev bêne cudabûn. Genimê bikeve embara, qirşû qalê li ber bayê wede herin.

Bi texmîna min ya sereke ewe, gerekê bi pisporî, zanyarî, rexnegirî nêzîkî çevkaniya bin. Payê çevkanîyayî pirrê bi destê xêrnexwezê êzdîtiye hatine nivîsar. Şik li ser rastiya wan mezin e.

Bi xof û zanebûn gerekê nêzîkî têkstên ayîna ola êzdîtîyê  bin,  guhertinên bi sere xwe lêkolînarên paşwextîyê ra wê  wê serêşandinê çêkin.

 

 

p/kurdistana başur , meskenê resenê kurdên Êzidî , rewşa îro ya Êzidizên welat ji bal teve çawe tê şirovekirn?  

Eskerê BOYÎK.- Her civakek Li dîasporê, hîvi û gumanên xweparastinê welatê xweva girê dide. Çiqas pevgirêdan navbera dîasporê û welêt da xurt bin, ewqas ew civak mehkem û qedîm e, nahele. Wekî “êzdîxana” Kurdistana Başûr li nav heremê bi xemxurî  bê parastin, bi her cûreyî qewlê baş jêra çê bin, qewî û qedîm be, ji bo Êzdîyên cihanê wê bibe çira ronkayê, dermanê heyîtyê. Girêdaneke xezayî wê çêbe: welat - zîyaret (Lalişa Nûranî) û Êzdiyên devra.    

 

 

p/li van salên dawiyê netewek nû u taybet ji bo Êzidiyan tê çêkirn, gelo bandor u pêşeroja van hewlan çye?.

Eskerê BOYÎK.- Çiqas jî hinek ji “der “ û “hundur” dixwezin ji Êzdîyan ra netewek “din “ çêkin, nabe. Ew berê Êzdîyan didine yan netewek, yan bawarîke din, berbi wan  bin defa kê da direqisin. Bin van fikira da gelek tiştên tarî veşartînê, xwestinên tarî hene. Ew di kara êzdîtyê û parastina çivaka êzdiya da nînin.

 

 

p/koçberîya xurt u zeriyên Êzidiyên başur berdewame u bi awakî mezin jî gelo eger u çareserî çine?.

Eskerê BOYÎK.- Kes bi kêfa xwe welatê xwe, mala xwe nahêle. Usane tiştek heye, ku xelk cî û ware kal-bavê xwe dihêle, direve. Eva alîkî rastîêye.

Alyê rastîêyî din. Jineke Êzdî, çend sal berê minra gilîk got. Ew gotina wê qet ji fikira min dernayê, û çiqas dice ewqas rastîya wê sere min da cîyê xwe digre.  Got “Navê Ewropayê dûrva giran e, lê ji mera mezelekî wêran e. “

Êzdî gerekê van herd rasryan bidine ser tetkên mêzînê. Gelo kîjan ji bo pêşiroja wan, ewledê wan başe?

Rêvabirya Herema Kurdistanê jî gotî bifikire, gelo çima dema deshilatdarya wan da Kurdên Êzdî ji welatê xwe direvin? Çima Kurdistan bê Kurdên êzdî dibe?

Zû-dereng dîrokê bersîva vê pirsê ji wan bixweze.

 

 

p/pêşeroja Êzidiyan ji bal mamosta Eskerê Boyik ve çawa tê dîtin?

Eskerê BOYÎK.- Ku civaka Êzdiyan, rêvabirya wan ya civakî û rihanî, komele, merkez û malên Êzdîyan wa pasîv, bêxem xwera rehet rûnên û dûrva  helê  vê  civakê  mêzekin, gazinên civakê nexwezin bibihîn… nizanim, emirê civaka Êzdîyan berbi ku bidefîne?  

 

 

p/ gotina te ya dawizê çîye?

Eskerê BOYÎK.- Sipas ji bo hevpeyvînê.

 

alt

 

 

 

Comments (0)add
Write comment
smaller | bigger

busy
 
Lalishcenter e.V. © 2008 Web design pc concept global network gmbh