Malper ji bal Bingehê Laliş/Elmaniya ve tê weşandin
Vîstîvala laliş ya rewşenbîrî 2010,bi cûşeka mezin derbas bû. PDF Ji bo çapkirinê E-mail

alt  

Vîstîvala laliş ya rewşenbîrî 2010,bi cûşeka mezin derbas bû.

 

Lalishcenter/Hejar Midîr

Vekirna vîstîvalê:

Bi çavdêrîya Temer Remezan parêzgarê duhok, desteya bilinda bingehê laliş li siba 05/08/2010 ‚li hola muhemd arêfê cizîrî dest bi rêvebirna rê u rismên vestîvala laliş ya rewşenbîrî 2010 kir u bi amadebûna nunerê serok Mesud barzanî serokê kurdistanê u jimareka wezîrên hukometa kurdistanê u endamên perlemantoya kurdistanê u berpirsiyarên dezgayên hukomî u hizbî u serokê zankoiya duhok u Dr.Zuhêr Kazim Abod u jimareka kesatî u lêkolînvana  u edîba ji derve u nafxoyî welat.

Rê u rismên vîstîvalî  bi deqîdeka bê dengiyê ji bo şehîdên kurdistanê di gel marşa Ey reqîb dest pêkir, piştra Şêx Şamo serokê  desteya bilinda bingehê laliş peyvek pêşkêş kir u têda bala kişande li ser rolê bingehê laliş di pêşdebirna bizava rewşenbîriya kurdî bi giştî u parastin u pêşdebirna kilturê resenê kurdên Êzidî bi taybetî u dîsan amaje kire li ser piştevanîya serkirdayetîya kurdistanê ji bo Êzidiyan u bingehê laliş u amadebûna nunerê serokê kurdistanê berêz Felekedîn Kakay bi piştevanîyeka mezin li qelem da , di alyekê dî yê peyva xwede serokê bingehê laliş li ser merem u giringîya xelatê salaneyê laliş ji bo kesatî u nivîskaran kir ku ewên xizmeta çend u hunera kurdîyê resen biken u ji bo vê salê mamosta Pîr Xidir wê bibe xudanê xelatê  lalişê yê 2010ê .

Ji aliyê xweve Dr. Fadil Omer peyva Parizgeha duhokê  xwend  u di peyva xwede li ser rolê bingheê laliş peyvî , di piştra berêz Felekedîn Kakay nûnerê serok Barzanî axiftinek pêşkêşkir u têda silavên  serokê kurdistanê gehandine amadebûyên vîstîvalê u dîsan behsê rolê bingehê lalişê kir ji roja damezirandina wî li sala 1993 heya îro di xizmeta Êzidiyatiyê u kurdîyatiyê da,di tewerekî dî yê pezya xwede nunerê serok barzanî pesna rolê mamosta pîr xidir kir .

Rojnamevan Cafer Simo jî  li ser şaşa Data Şo bêhnekê li ser jiyanama mamosta Pîr xidir pêşkêşkir. Di piştre mamosta Pîr Xidir  ji bala bingehê laliş ve bi xelatê laliş 2010ê hate xelatkirn  u xelat ji bal nunerê serok barzanî ve hate pêşkêşkirn.

Penela simînara 1 :

Piştî bênvedanka kurt Dr.Alî Teter simînarek li jêr navê peywendîya dinav bera babkalên sefewîyan u Êzidiyan da di dirêjîya  mêjoyêda pêşkêşkir  u di piştra giftugu li ser mijara han ji bal amadekerê simînrê  amadebûyan ve .

Simînara Dr.Ferhad PîrBal li jêr navê  Êzidî di tabloyên rojhilatnasa da hate pêşkêşkirn u gengeşek çir u pir  li dur mijara han hate kirin.

Sitaranên filiklurî :

Bi peşdarbûna Şeş dengbêjan :Şêx Çêlî ,Feqîr Mîrza,Tehsîn Xidir Feqîr,Xatê Şêx Alî,Perîşan Tariq u Harîman Qasim Meyru çendîn sitaranên filiklurî u dîrokî   anîne ziman .   

Penela simînara 2:

Simînara Dr.Fadil Omer li jêr navê Perizgehên Mîtraya hate pêşkêşkirn u niqaş ji bal hazirbûyan ve li ser babetî hate kirin .

Simînara berêz Pîr Xidir li jêr navê laliş u rewşenbîrîya kurdî hate pêşkêşkirn u dergehê dan u sitandinê hate vekirin .

Êvaryeka helbest xwendinê :

Bi bişikdarbûna çendîn hozanvana êvaryeka qeşeng u xweş ya helbest xwendinê hate sazkirin , helbestvanên beşdar:Qeçax, Hebîb Keleş, Sedîq Şeru, Kamîran Berwrî, Şaban Silêman, Hesun Cehwer, Saîd Cirdu, Îdo Xelef u Cîhad Murad .

Belavkirna dîyariyan:

Li ser beşdarbûyên vîstîvala laliş xelat u dîyrî hatin pêşkêşkirn u sopasiya wan hate kirin ji bal  bingehê laliş ve .

Nimayîşkirna pêşangehê:

Li baxçê bingehê laliş li duhokê Pêşangeheka fotogirafî  ji layê rojnamevan Liqman Silêman ve hate nimayîş kirin ev pêşangeha han ye taybet bû ji bo wan kesatî u rewşenbîr u rojnamevan u nivîsakr u siyasetmedarên ku serdana peristgeha pîroza laliş kirîn.

--------------------------------------

alt

 

alt

 

alt

 

  alt

 

alt

 

  alt

 

alt

 

alt

 

alt

 

alt

 

alt

 

alt

 

alt

 

 

 

Comments (0)add
Write comment
smaller | bigger

busy
 
Lalishcenter e.V. © 2008 Web design pc concept global network gmbh