| Daxwenîya Mala Êzdîyan ji bo roja bîranîna Cangorîyan |
|
|
|
|
Di dîroka xweye dûr û dirêj da, ev civaka xwedênas ji bo bawaryê xwe di alîyê dewlet, deshilatdarî û bawariyên hukumdar va tim rastî neheqiyên hişk û qetliyama hatiye. Cihanê da, dijwer gel yan civakeke usa hebe ku ewqas ferman, zulm û komkujî dîtibin çiqas êzdiyan... Bi sedan hezaran zarok, kal, pîr, zilam û pîrekên Kurdên êzdî yên bê sûc û gune, bê sebeb wê rê da hatine qetilkirin, bi desê zorê qulibandin e, yan ji bo serê xwe û zaroka xilazkin cî- werê kal-bavên xwe, milk û malên xwe hîştine, destê zarokê xwe girtine reviyane xerîbiyê. Êzdiyan serê xwe, serê ewledê xwe dane oxira êzdîtaya xwe, surra bawarîya xwe. Xwe parastine... Xûn û hêsirê wan evdên bê sûc û gune gerekê neyê ji bîrkirin. Dîrok gerekê neyê ji bîrakirin, ku bûyar neyên wekilandin... Bi xûna wan dîroka êzdîtiyê hatîye nivîsar, bi cangorî û navê wan ev civaka xwedênas, ev ola Kurdaye kevnar hatiye parastin û heyîtya xwe berdewan dike. Eva çend sale, Mala Êzdiyan ( Oldênbûrg ) da roja bîranîna CANGORIYÊN ÊZiDIYAN tê derbaskirin. Salên pêşin bîranîn 25 ê Hezîranê dihat pêkanîn.. Ew roj wek rojeke sîmvolîk hatibû hildan. Qetiliyama Şengalê (Girezêr û Şîba Şêx Xidirê) ya 14 tebaxê sala 2007 rastkirin kire nava bijartina rojê. Bi pêşniyara endem, dost û xêrxazên malê biryar hate sitendin ROJA BÎRANÎNA CANGORIYAN, hersal 14 tebaxê Mala Êzdiyan da bê derbazkirin. Eva çend sale em bangî serokatîya Êzdîyan ya civakî û ruhanî usa ji bingeh û komelê Êzdiyan dikin ku vê rojê hemû Êzdîyên cihanê ra wek ROJA BÎRANÎNA CANGORIYAN bê elamkirin. Vê salê, carke din jî em bangî wan dikin, ku dengê me bibihîn. Komîtêyên rêvabir û rewşenbîrî yên Mala Êzdîyan Oldênbûrg 05.08.2010 14 tebaxê em endemên Malê û hemû Êzdiyan, nas û dostê wan vexwendî bajarê Oldenbûrgê, Mala Êzdîyan dikin ji bo çalakyên ROJA BÎRANÎNA CANGORIYAN Dem: 14.08.2010; sehet 15.00 Adrês: Eidechsenstraße 19 26133 oldenburg Tel: 0441 485 05 55; 0441 485 50 02 Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be Komîtêyên rêvabir û rewşenbîrî yên Mala Êzdiyan Oldênbûrg 05. 08. 2010 Comments
(0)
|











