Malper ji bal Bingehê Laliş/Elmaniya ve tê weşandin
serokê kurdistanê cejina çilê havînê li kurdên Êzidî pîrokir PDF Ji bo çapkirinê E-mail

alt

 

 

Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî, bi boneya hatina cejna kurdên Êzdî ya çilleyê havînê, pîrozbayînameyek pêşkêşî kurdên Êzdîyên kurdistanê û cîhanê kir. Ev jî teksta ewê pîrozbayînameyê ye:

Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi boneya hatina cejna çilleyê havînê ya xwişk û birayên kurdên Êzdî, ez pîrozbayîyek germ pêşkêşî hemû Êzdîyên kurdistanê û cîhanê dikim.

Ez hêvîdar im, ku ev cejna han hemû salê, li kurdistana serfiraz û li jêr saya ezmona demokratîka herêma kurdistanê, bi xweşî û kameranî vegere.

Em bi yekrêzîya kurrên gelê xwe jî – ku kurdên Êzdî beşekî giringê resenîya wî ne – bikaribin mafên hemû pêkhatan û mafên oldarîyên evan pêkhatan, di Iraqa federal û demokratîk de berdest bikin.

Careka din ez cejna çilleyê havînê li hemû xwişk û birayên kurdên Êzdî pîroz dikim û hemû cejnan her di xweşîyê de bin.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

29/07/2010

PNA

 

Comments (0)add
Write comment
smaller | bigger

busy
 
Lalishcenter e.V. © 2008 Web design pc concept global network gmbh