Malper ji bal Bingehê Laliş/Elmaniya ve tê weşandin
Heftiyek rewșenbîrî Ĵi bo ciwanan PDF Ji bo çapkirinê E-mail

alt

 

 

Bruksel/ Heso Hurmî
Çend rêkxirawên sivîl û sazîyên  ne hikûmî ku pute û giringiyê diden genc û ciwanan Ĵî roĴa 16.08 heya 21.08 Heftiyek rewșenbîrî  Ĵi bo ciwanan li gundê Dworp  ê Belçîkê li dar xistin ,helbet bi beșdarbûna 60 keç û kuran û Ĵi koka xweda Ĵi Moldoviya,Rusya ,șîșan,kaxizitan,Erminya,kurd Ĵi her çar parçeyan ,zêdebarî Eminstanê  li vê heftiyê beșdar bibûn.
Me xwest ra û dîtinên cend beșdarbu yên vê heftiyê wer bigrin,li despêkî  Berêz Derwêș Ferho serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê yek Ĵi organîzekerên vê heftiyê bu jimere li dor armancên vê heftiyê weha got(helbet delivek bașe ku xortên kurdan tevlî xortên din ji kultur û welatên cihê,cihê bin û danustandina bi hevre bi domînin ,mifa û sûdê Ĵi derfetên li Belcîka hen ewer bigrin ,disan  hînkirina bi hevre karkirin ,hevniyasîn,zêdebarî nasandina rewșa gelê Kurd di rêya  parçeyên șano re , û hînbûna çare kirina arîșeya bê bikar anîna hêz û șer ).
Her wisa berêz șehle Baqirî “ roĴhilatî Kurdistan- Iran ” ji mere peyvî û got(ev heftî ye li Ĵêr dirûșmê çawaniya bi destve anîna mafan bê șer hati ye li darxistin,emji wek keçek kurd beșdar bune,di rêya tiyatro re em arîșeyên xwe bi gehînin,her wisa gehandina rewșa milletê me bi xelkên din,dor Ĵi cudakirnê û hevrikyê û nakokiyan,nêzîkbûn û karkirina bi hevre ,bi rastê heftiyek rewșenbîrî xweș,mifadr  bû.
Xortê ciwan Samir osman (roJavayê Kurdistanê- Surya) got( bi rastî em beșdar bûn daku rewșa kurdan a xirab li surya bi gehîn,ku Ĵi   sedema wê rewșa aloz û pirî arîșe me welatê xwe bi cih hêla û li vira cihwar bûn û hêște mafê runștinê Ĵi me wer negirtiye,disan hewildanek bû ji verbena zimanre.

alt
Gencekî din Ĵi (roJavayê Kurdistanê- Surya) bi navê Rudî Hemê hevbarê gotin û peyvên hevalê xwe bûn û got rewșa kurdan li Surya a siyasî û îdarî pir xirabe û roĴ bo roĴê xirabtir dibe û astengan Ĵi kurdanre çêdiken ,em hatin Belçêka Ĵi sedema karkirina me dinav partên kurdî ên siyasî da,me xwest li van roĴan de Ĵi hinekê Ĵi wê rewșê li vir bînin ser ziman.
Media Cemal Ĵi (bașurî Kurdistanê – Iraq) beșdarî vê heftiyê bûm û ez li Holinda hatime û me li ser rewșa xwe wek Êzîdiyek kar kir û parçe șano yek lid or karîsta șingal ku li 14.08.2007 qewîmi bû ,cendeha kesên Êzîdî bê guneh  hatin û kuștin û birîndar kirin ,mal û xanî hatin xirab kirin . sipas bo mamosta Derwêș ferho ku rêxweșkerê beșdarbûna me bû.

 

alt
Mehmet Cewat ongun (bakurê Kurdistanê – turkiye) me li vir ciwanên milletên din Ĵi naskirin û têkhelî li gel wan çêbûn û hev nasîn û  karkirin bi hevre Ĵi bo care kirina  piroblêmên tên pêșiya me bê ku zext ûzorî were bi kar anîn,her wisa me rewșa kurdan a pir xirab li Turkiya bi wan danasîn .
Ez Ĵî dikarim bêĴim heftiyek sûd bexiș û mifadr bû ,min dît çend van ciwanan keyfxweș  derbas kirin ,têkheli,ra û bûçonên cuda ,her yek dîtinên xwe li ser arîșeyan di gotin ,tevlî bûna hizran ,ji welat û kulturên cuda .


Comments (0)add
Write comment
smaller | bigger

busy
 
Lalishcenter e.V. © 2008 Web design pc concept global network gmbh