Malper ji bal Bingehê Laliş/Elmaniya ve tê weşandin
Kakeyî: Beşikçi, sembola dostaniya kurd û tirk e PDF Ji bo çapkirinê E-mail

alt
Rizgarî Online/  Kevnewezîrê Çandê yê Herêma Kurdistanê Felakettîn Kakeyî, li ser doza ku li hember sosyolog İsmail Beşikçi hatiye vekirin nerazîbûnên xwe anî ziman û hêvî kir ku ceza negre. Beşikçi, di organa weşanê ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem de makaleyek nivîsandibû, bi tawanbariya ’’propogandeya teror’’ hatibû darizandin û qasî 7.5 sal ceza jê re hatibû xwestin. ’’Hewldana Azadîya Raman ya Enqerê- Ankara Düşünce Özgürlük Girişimi’’ ji ber protestokirina daweyê qampanyayeke îmzeyan daye destpêkirin.

Li ser vê meselê Kevnewezîrê Çandê yê Herêma Federe a Kurdistanê Felakettîn Kakeyî, daxuyaniyek da PNA’yê û weha axifî: “Îsmaîl xoce, ev bi salan e ji bo ku pirsa kurd bi awayek aşitîxwaz û demokratîk bê çareserkirin her piştgirî daye. Bi vê helwesta xwe wek sembola dostaniya û kurd û tirkan e. Ji ber ku bi awayek dilsoz nêzîkî pirsa kurd dibe, bi vê helwesta xwe piştgirî dide xurtbûna biratiya kurd û tirkan. Ji her miletî hin kes hene ku piştgiriya mafên meşrû yên neteweyên din dikin. Ev yek tişteke însanî ye û rê li ber dostanî û alîkariya hevûdin vedike. Em jî ji dewleta tirk dixwazin ku azadiya İsmail Beşikçi biparêzin. Beşîkçî, bi parastvaniya demokrasiyê herdem bûye çavkaniya şanaziyê a kurd û tirkan.’’

RO/Cemil Süphan
WK/Yado Ciwan

Comments (0)add
Write comment
smaller | bigger

busy
 
Lalishcenter e.V. © 2008 Web design pc concept global network gmbh