|
Şingal… zava li roja dawetê da xwe kuşit |
|
|
|
|
Lalishcenter/HejarMidîr
Li komelgeha zoravayê ser bi qeza şingal ve xurtekî bi navê Nezar Xidir Mişko ji dayik bûyê 1989, li roja daweta xwe bi kilaşînkofê xwe kuşit.
Xurtê nafhatî eva berî heyamekê ye piştî sê salan bûyî evîndarê keçê .keçik revand bû, u di piştra herdû malbatên buk u zava li hevhatin u kar u barên daweta herdûkan kirin, lê piştî xwarna têştê li roja dawetê zava di keva jorekê da bi amîrê kilaşînkofê fîşekekê li serê xwe dide u di encam da canê xwe winda dike .
Ev bûyara han bû ye cîyê sersormanê ji bo herdû malbatan ,ji ber ku ev bûyare egerên wê dîyar nînin u heya neha jî dîyar ne bûye , ji ber ku keç u kur bi dil u can bi hevre bûne buk u zava u herdû malbatên wanjî razî bûne u çi alozî ne bû ye .
 |