Malper ji bal Bingehê Laliş/Elmaniya ve tê weşandin
Nivîserê Barzaniyê nemir wexerikir PDF Ji bo çapkirinê E-mail

 

alt

Evro
Ebdula Omer Bamerinî yê beriniyas bi Ebdula Efendî, nivîserê Barzaniyê nemir û pêşimergeyê her du şoreşên eylul û gulanê li roja 22/8 li welatê Holenda çû ber dilovaniya xwedê.
Ebdulla Omer li sala 1927 li nahiya Bamerinê dihête ser diniyayê û li sala 1946 dibe endamê partî dîmokiratî Kurdistan û li dûv rêbaza Barzaniyê nemir dest bi xebat û karê partayetî di gel Nûrî Şaweyis û şehîd Salih Yûsif dike û pişkdariyê di her du şoreşên eylul û gulanê da dike û li sala 1964 peywendiyê bi serkirdê ruhî yê netewa kurd Barzaniyê nemir dike û dibe nivîserê taybetê wî.
Ji egerê nexweşiya dilî Ebdula Efendî li sala 1996 ji bo çareseriyê qesta welatê Holenda dike û her li wêrê jî berdewamiyê bi karê xwe yê siyasî dide û bi hemû malbata xwe ve rolekê baş di hemû çalakyên partî da dibînin, lê mixabin li roja 22/8/2010 li demjmêr pêncî spêdê li bajêrê elmîr li welatê Holenda malavahî ji duniyayê kir. Jivane evro termê rehmetî bigehe Kurdistanê û dê li cihê ji daykbûna wî li bamerinê hête veşartin.
Jiyana mamostayê kurdperwer û pêşimergê eylul û gulana pîroz (Ebduleh Omer Mihemed Bamirinî) nasiyar bi (Ebdula Efendî)
- Ji dayik bûyê sala 1927 li nahiya Bamerinê ji binemaleka xebatker û kurdperwer dihête perwerdekrin her ji zarokatiya xwe ve.
- Qunaxa seretayê li Bamerinê temam kiriye sala 1940
- Qunaxên navendî û diwanawindî li Bexda bidûmahî înaye
- Her ji destpêka qunaxên xwandina xwe de peywendiyê dike û dibe endam û qutabiyekê çalak digel Hîwa de.
- 1946 dibe endamê partî dîmokiratî Kurdistan li bin sîber û serkrdayetiya Barzaniyê nemir û dest bi xebat û karê partayetiyê digel şehîdê nemir Salih Yûsif û Nûrî Şawês dike.
- Sala 1950 xwandina xwe bi dûmahî dihîne û dibe mamosta.
- Her ji ber van egera dihête dûrxistin ji binemala wî bo devera Qeredax-Sîwsînan ser bi parêzgeha Silêmanî ve.
- kadir û pêşimergê herdem erkê xwe yê netewayetî digêrîne û dewrekê bala hebû di candina bîr û bawerên kurdayetiyê di serê sedeha xwendevanên xweda li seranserî Kurdistanê.
- Ji hejî gotinê ye Ebdule Bamerinî takekes bû li devira Behdînan de ku bi cilûbergên xwe yên kurdî dewam kiriye li xwendingehan de û her ji ber vê cenidê dihête derxistin ji karê wî û tuşî gelek alozî û nexweşiyan dibe.
- Di ser vê re dest ji karê xwe yê siyasî neberdaye û dibe egera zîndan û sorgunkirina wî û bira û du pismamên wî bo Mûsil û Dîwanî ye du sala.
- Di sala 1961 wek hezaran kurên vî miletî peywendiyê bi şoreşa eylula pîroz dike û cihekê bala digire li nav rêzên şoreşê de û dibe cihê bawermendiya şehîdê nemir As'ed Xoşevî li devera Behdînan de.
- 1963 demê gondê wî û mala wî dihêne sotin naçar dibin berev devera Berwarî bala diçin.
- 1964 peywendî bisekrdê ruhî yê netewa kurd Barzaniyê nemir dike û dibe nivîserê Barzaniyê taybet û ligel hindê jî wek erkê belavkrina mucey û arîkarî ji bo kesûkarên şehîdan û kesên pêdivî.
- Piştî demekê dirêj li dûv fermana Barzaniyê nemir dihête devera Behdînan ji bo erkê dadiweriyê û herwesa dibe (mufetiş am) yê perwerdekrinê li hemî deverê.
- her li nav karên xwe ên pîroz de berdewam peywendî digel serokê netewey Barzaniyê nemir de hebûn û bidirêjahiya hemî şoreşê de.
- her li wî demî de du zarokên wî şehîd dibin li çiya û şkeftên Kurdistanê û xwedan 5 şehîdên pêşimerge ku li rêzên şoreş û xebatê şehîdbûne.
- Ji hejî gotinê ye ne bes karê siyasî kiriye belku gelek cara bi tiveniga xwe pişkdarî di şer û dastanên mezin de kiriye û heta komploya navnetewî dijî miletê kurd di sala 1975.
- Destpêkrina şoreşa gulana pîroz ew li gel her du kurên xwe mamosta Hazim Ebdule û Dilêr Ebdule û gelek ji pismamên xwe digehine rêzên şoreşa gulana pîroz û piştî egerên bêçarey û nexweşiya xwe dizivire Bamerinê çend saleka karê mamostayetî dike. Piştî demekê kêm divegere nav rêzin şoreşê li deverên rizgarkirî. Li gel berdewamiya her du kurên wî li rêzên xebat û şoreşê de û rolên bilind hebûn li lijna Zaxo û amêdiyê de.
- demê destpêkrina enfala reş sala 1988 her du kurên wî ligel kesûkarên wî dikevine berkaresata enfalê û ber bi ordîgayê Diyarbekr û Mêrdînê diçin.
1996 jiber egera nexweşiya dilî qesta welatê Holenda dike ji bo çareseriyê. Her li welatê Holenda berdewamiyê li karê xwe yê siyasî dide û bi hemî binemala xwe ve dewrekê bala dibînin li hemî çalakyên partî de û komelayetî de. Heta ku roja 22 -8 -2010 demjmêr 5 spêdê diçe ber dilovaniya xwedê

 

Comments (0)add
Write comment
smaller | bigger

busy
 
Lalishcenter e.V. © 2008 Web design pc concept global network gmbh