|
Dewleta qanûnê nêzîktirîn lîste ye ku razîbûnê li ser 19 xalên kurdan nîşan bide |
|
|
|
Endamekê hevpeymaniya Kurdistanî diyar kir piştî ku hevalbenda firaksiyonên Kurdistanî ev 19 xale diyar kirin bûne cihê putepêdana layenên îraqî, herwesa diyar kir hevalbenda dewleta qanûnê ji hemû layenên dî nêzîktire ku razîbûnê li ser wan xalan nîşan bide û got: (lîstên dî yên îraqî di tirsin bernamê xwe rabigehînin).
Endamê civata nûnerên Îraqê ser bi lîsta hevpeymaniya Kurdistanî ve Mehma Xelîl bo rojnameya Evro diyar kir ku kurdan 19 xal pêşişkêşikirin ku hemû nêzîkî destûrî ne û hindek ji wan daxwazyên gelê kurdin bo pişkdariyê di hikûmeta Îraqê da û yên dî jî bo pêkhatina gelên Îraqê û pêkînana hikûmetekê ne ji hemû layen û rengan, piştî ku hevalbenda firaksiyonên Kurdistanî ev 19 xale diyar kirin rengivedaneka mezin li dor van xalan peydabû û ev xale bûne cihê putepêdana layenên îraqî û got: (lîstên dî yên îraqî ditirsin bernamê xwe rabigehînin, ji ber hindê hemû lîstên bawerî bidestûrî hey dibêjin em nêzîkî hevalbenda firaksiyonên Kurdistanî ne).
Li dûv gotinên Mehma Xelîlî ji ber bernamê hevalbenda firaksiyonên Kurdistanî û rolê girîngê kurdan li bexda hemû layen xwe nêzîkî kurdan dibînin û got: (bo hemû gelê Îraqê diyarbû ku kurdan divêt hikûmeteka hevpişka nîştîmanî bihête pêkînan û kurd bizavê di ken astengan beramber pêkînana hikûmetê nehêlin).
Di pişkeka dî ya axiftinên xwe de endamê hevpeymaniya Kurdistanî diyar kir ku hevalbenda firaksiyonên Kurdistanî bernamekê bi rêk û pêk yê hey û nêzîkî hemû lîstên siyasî ne û çi hêlên sûr li ser kesê nînin, lê kurd xu nêzîkî wî layenî dibînin evê bawerî bi destûrî û xîna şehîdên Îraqê û îraqa nû û dîmukiratiyetê hey.
Li gor bawera Mehma Xelîlî hevalbenda dewleta qanûnê pitir ji hemû layenên dî xwe amadekiriye ku razî bibe li ser wan xalên kurdan pêşkêşikirîn, herwesa hevalbenda nîştîmanî jî amadeyiya xwe derbirî ye, ji ber hindê heta niha kurd pitir nêzîkî hevalbenda dewleta qanunê û hevalbenda nîştîmanî ne.
Endamê hevpeymaniya Kurdistanî ew yek jî diyar kir ku her sê lîstên dî yên serkeftî di helbijartinan de heta niha bernamê xwe bo pêkînana hikûmetê neragehandî ye.
Ji layekê dî ve endamê hevalbenda dewleta qanûnê Heyder Ebadî diyar kir ku wan peywendiyên bihêz yên li gel hevalbenda firaksiyonên Kurdistanî heyin û li hemû lîstên dî nêzîktir in ku hevpeymaniyê li gel pêkibînin.
Heyder Ebadî di daxuyaniyekê de bo ajansa Akanîwz got: (dewleta qanûnê dibîne ku hevalbenda firaksiyonên Kurdistanî bernamekê nîştîmanî yê vê hey ku dişiyandaye bibe egerê derbazbûna welatî ji vê aloziya siyasî).
Heyder Ebadî diyar kir ku dewleta qanûnê niha mijûlî behskirina karinamê şandê kurdî ye û got: (ji egerê nêzîk bûna bîrûboçûnên her du layenan sebaret çawaniya derbazbûnê ji aloziya pêkînana hikûmetê, hevalbenda firaksiyonên Kurdistanî nêzîktirîn layenê siyasî ye bo dewleta qanûnê).
Li gor axiftinên heyder ebadî alozyên mezin yên di navbera layenên serkeftî di helbijartinan de dê çareser bin, eger layenên siyasî di danûstandinên xwe de pêdagiriyê li ser berjewendiyên xwe yên taybet nekin.
Ji laliyekê dî ve endama lîsta îraqî ye Aliye Nesîf got: (niyazên rast û rûn bo danûstandinên hevpişkên di navbera lîsta îraqî ye û hevalbenda firaksiyonên Kurdistanî ji layekê û îraqî ye û hevalbenda nîştîmanî ji layekê dî ve amajene bo pêkînana hikûmetê û mîkanîzma birêvebirina dewletê).
Aliya yê herwesa got: (girîngtirîn tişt di tewerê danûstandinên di navbera lîsta îraqî ye li gel hevalbenda firaksiyonên Kurdistanî û hevalbenda nîştîmanî babetê pêdagirî kirinê ye li ser hindê ku pirojê pêkînana hikûmetê pirojeyekê timamê îraqî be, dûr ji her destêwerdaneka ji derve
Evro, Vegêr Se`idula
 |