|
NETKURD
Serokdewletê Sûriyeyê Esad got heke PKK çek dayne û di platforma siyasî de cih bigire dê pir baş bibe û mijara girtina 400 kurdan li Sûriyeyê jî red kir. Da zanîn ku girtineke wisa li Sûriyeyê pêk natiye.
Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad got ku ger PKK çekan dayne û ber bi platforma siyasî ve biçe, pêşketinek pir baş e û wiha pê de çû: “Em naxwazin di bin maskeyê pêşîlêvekirinê de, me ber bi pêşîlêvekirinên aliyên din ve bibin”.
Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad, li Şamê daxuyaniyek da rojnamevanên tirk. Esad diyar kir ku Sûriye bi Tirkiyeyê re li dijî PKK’ê di nava hevkariyekê baş de ye û naveroka vana hevkariyan di van pêvajoyên dawiyê de baştir bûye. Lê Esad der barê naveroka hevkariya bi Tirkiyeyê re agahiyên berfireh neda. Esad got: “Em ê bi Tirkiyeyê re, peymanek ku bikaribe hevkariya me û Tirkiyeyê xurtir bike mohr bikin”.
Ligel vê jî Esad wiha axivî, “Ger PKK’e çek berde û ber bi platforma siyasî ve biçe, dê baş bibe. Di pêvajoyek ku teror nebe de dê hemû alî bikaribin diyalogê deynin”.
Esad gotina xwe ya wek, ‘ger di rewşeke Tirkiye ji bo PKK’ê efû bide de, ew ê jî destûr bide ku PKK’îyên welatiyê Sûriyeyê vegerin dubare kir. Li ser pirsek têkildarî pêşîlêvekirinê jî Esad wisa bersiv da: “Divê pêşîvekirin di sînorên neteweyî de pêk bê. Dibin maskeya pêşîvekirinê de, em naxwazin me ber bi aliyek din ve bibin. Em jî wek Tirkiye xwedî dewlemendiyek a nijad, ol û mezheban in. Ji ber vê sedemê tevgera kurd ya ku dê çek berde û bibe siyasî, dê herkes qebûl bike”.
Esad diyar kir ku nûçeyên têkildarî ji destgirtina xakên kurdan ne rast in û wiha got; “Me ji ber hinek egerên cûda yên ewlekariyê, qanûnek têkildarî mulkiyeta xakên di nav sînorê xwe de derxist. Lê qanûn weke ku ‘kurdan hedef bigre’ hat nîşandan. Ji ber vê sedemê divê cewherê pirsgirêkê bê dîtin. Yanî tenê li şûna mirov bi ‘teror’ û ‘terorîstan’ re xerq bibe, ewlekariyên pêşîgirtina ‘terorê’ divê bên girtin. Yan hûnê terorîstan bikujin û dê hinek din derkevin. Bi vî awayî dawîya vî karî nayê”.
Beşar Esad çapemeniya tirk derewîn derxist
Ajansa Anadoluyê, roja 1’ê Tîrmehê îdia kiribû ku dewleta Sûriyeyê di operasyonek li Heleb, Qamîşlo, Efrîn, Hesekê û Reqayê de 400 PKK’iyan bin çav kiriye. Ji berê vê nûçeyê jî, ajansê diyar kiribû ku li Sûriyeyê 11 PKK’î hatine kuştin.
Her çendî, Wezareta Enformasyona Sûriyeyê, nûçeya çapemeniya tirk derewîn derxist, lê ev du hefte ne derewa AA’yê didome. Hinek kanalên televîzyonan bernameyên taybet jî amade kirin. Di nûçeyek a CHA’yê de hatibû îdiakirin ku rayedarek nexwest navê xwe bêje, nûçeyê piştrast kiriye. Di hevdîtina nivîskarê rojnameya Akşamê Husnu Muhalî û nivîskara Sabahê Nûr Batur ya bi serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad re, nûçeya ‘li Sûriyeyê 400 PKK’î hatin biçavkirin’ derewîn hat derxistin. Esad der barê nûçeyê de got: “Ez weke Serokomar, agahiyên wiha naşopînim. Ya girîng cewherê mijarê ye. Ango bi hev re li dijî PKK’ê têkoşîn e. Lê di vî warî de gelek caran agahiyên ne rast tên dayîn”.Ji beriya du hefteyan, li paytexta Libnan Beyrûdê di pevçûnekê de kurdek jiyana xwe ji dest dabû. Ajansa Anadoluyê ragihandibû, endamê PKK’ê di şerê bi Hizbullahê re de hat kuştin.
ŞAM – ANF
 |