|
Li Qeledizeyê jinek bi girtina elektîrîkê jiyana xwe ji dest da |
|
|
|
Li taxa Aştiyê ya nehiyeya Jarawayê qezaya Qeledizeyê, jineke 47 salî ya bi navê X.A bi girtina elektîrîkê jiyana xwe ji dest daye.
Çavkaniyek ji bingeha polîsê Qeledizeyê ragihand ku îro li taxa Aştiyê ya nehiyeya Jarawayê jineke bi navê X.A di mala xwe de kar bi motora avê kiriye û elektîrîk wê girtiye.
Di bûyerê de wê jinê jiyana xwe ji dest daye û hate ragihandin ku derheqê bûyerê de lêkolîna polîs didome. ji warvin
|