| Hikûmet kar ji bo pêşxistina rewşa aboriyê ya jinan nake” |
|
|
|
|
Warvîn: Berpirsa Rêxistina Tuanasaziya Jinan a li Hewlêr di hevdîtineke digel Warvînê de rexne li bernameya karê ya hikûmetê girt û diyar kir ku hikûmet wek pêwîst nikariye kar bo bilindkirina asta tuwana û pêşxistina warê aboriyê yên jinan bike. Hevdem wê ragihand ku niha rêxistina wan mijûlî deynê biçûk e bo jinan. Rêxistina Tuanasaziya Jinan di warê jinan de kar dike. Li gor pênaseya wê rêxistinê, amanca wan bilindkirina tuwanaya aborî, civakî û siyasî ya jinan e. Berpirsa Rêxistina Tuanasaziya Jinan a li Hewlêrê Sozan Arif serbixweyiya aborî bi sedemeke sereke ya serbixwebûna jinan dizane û bi ya wê heta niha hikûmet girîngî bi wî warî nedaye û stratejîyeke bingehî yaw ê ji bo başkirina rewşa jinan nebûye. Sozan Arifê got: “Tundûtujiya li dijî jinan, tenê ji şewitandin û kuştina jinan pêk nayê. Jin di welatê me de rûbirûyê çendîn cûre tundûtujiyan dibe. Yekek ji wan hewldana bo mayîna jinan di çarçoveya mal û zebtkirina mafê karkirinê.” Derheqê xemsariya jinan di hatina nav kar de berpirsa Rêxistina Tuanasaziya Jinan diyar kir ku perwerdeya xirap û civak jinan xistiye nav rewşeke dijwar ku hertim hest bi netemamiyê bikin û baweriya xwe nekin û got: “Ji ber vê yekê jî jin hertim pêwîstî bi handan û rênûmayî ye. Tevî ku karkirina jinan dibe sedema sûdmendbûna beşeke girîng a civakê ku jin e, hevdem dibe sedema mijûlbûna wê çînê û kêmbûna arîşeyên civakî.” Li gor amareke Wezareta Plandanînê ya Iraqê, bilindtirîn rêjeya bêkarî li Iraqê ye ku rêjeya ji %30’ê ciwanan ji rêgeza nêr bêkar in û tenê ji %19’ê jinan di nav hêza kar de ne ku bi berhevdan digel rêjeya jinan li Iraqê, ew rêjeyeke pir kêm e. Digel wê yekê ku tevgera aboriyê li Herêma Kurdistanê digel welatên derve bi awayekî berçav pêş ketiye, ev jî wiha kiriye ku rêjeya beşdarîkirina jinan di nav hêza kar de bi berhevdan digel jinên naverasta Iraqê zêde bibe. Lê bi ya çalakvanên jinan, hêj ew rêje kêm e û pêwîst e hikûmet ji bo handana jinan bo meydana kar planên baştir darijîne. Sozan Arîf, xwedan bawernameya kargêrî ye û ev 12 sal in karê rêxistinê dike. Herweha ew ji sala 2004’ê ve berpirsa Rêxistina Tuanasaziya Jinan e. |










